‘Pakêta darazê tiştekî nû neanî’

  • 09:10 11 Mijdar 2019
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Seroka Sendîkaya Dadgeran Ayşe Sarisu Pehlîvan biryarên darazê yên di dozan de nirxand û got: "Piştî darbeyê, gelek dozger girtin şûna kesên ji peywirê hatine girtin. Dema em bifikirin ku perwerdehiyên stajê tune ye, dadger, dozgerên bê tecrube ji hev cuda biryaran didin. Ji ber vê jî encamên cuda dikarin derkevin holê."
 
Seroka Sendîkaya Dadgeran Ayşe Sarisu Pehlîvan rewşa darazê nirxand û da zanîn ku di mijara amadekariya pakêta reformê de Wezareta Dadê nêrîna wan negirtiye.
 
Ayşeyê wiha got: “Wezaretê saziyên girîng dît bang lê kir. Sendîkaya ku bixwe di xebatên darazê de ne, ji bo xebatan nehat gazîkirin. Pakêta reformê bi qasî ku hat mezinkirin, guhertin nekir. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pakêta duyemîn û sêyemîn de behsa sererastkirinên der barê nefeqeyê û dadgehên malbatî tên kirin. Di Destûra Bingehîn de rêbaza ‘wekheviya pozîtîf’ anîne lê der barê vê de behsa sererastkirinekê nehatiye kirin. Der barê KHK’yan de serlêdanên betalbûnê li Dadgeha Destûra Bîngehîn hat dayîn lê biryara betalê jê derneket. Niha KHK’yên serokomar ketin lîteratura me. Di vir de hêzek bê kontrol dertê holê. Ev jî wê xetereyên mezin derxe holê. Di vir de rewşeke ku yek kes bi rê ve dibe, derdikeve holê.”
 
Ayşeyê her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çapemenî bûye hêza sêyemîn û got ev xetere ye û her wiha ev rewş li dijî hiqûqa dewletê ye û ev tişt daxuyand: "Ev li xweşa hinekan biçe jî dozên mezin dikarin encamên cuda derxe holê. Ji ber vê jî divê di vê mijarê de xesastir tev bigerin. Divê neyê jibîrkirin ku dadger û dozger jî ji ber ne serbixwene ditirsin. Bi bandora wê tirsê re biryara xwe didin. "