Runiştina doza derbarê kuştina Vîldan Nerede sibê ye

  • 09:15 10 Mijdar 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jina bi navê Şehrîban Nerede di 23’ê Mijdara 2018’an de li Bismilê ji aliyê Ramazan Nerede ve hat qetilkirin. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Ramazan Nerde ve hat amadekirin ji aliyê 12’emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem jî sibê ye.
 
Li navçeya Bismil a Amedê li gundekî di 23’ê Mijdara 2018’an de mêrê bi navê Ramazan Nerede jina bi navê Vîldan Nerede û Dînçer Dogan qetil kiribû. Piştî vê hat binçavkirin û girtin. Di mehên borî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame der barê Ramazan de ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ îdianame amade kir.
 
Di îdianameyê de hat gotin ku gumanbar Ramazan Nerede berê jî du mehan di girtîgehê de maye piştî derketiye her tim bi Vîldanê re nîqaş kiriye û piştî ku Ramazan agahî girtiye ku Vîldan diçe derziya zarokê li Ocaxa tenduristiyê lê dixe, dişopîne.
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku li gorî dîmenên kamerayê yên hatine şopandin, Ramazan û bavê wî Mevlut beriya sûc bikin, 40-50 deqe berê li ber ocaxa tenduristiyê li benda Vîldanê mane. 
 
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê salek û nîv şûnde amade kiribû, ji aliyê 12’emîn Dadgeja Cezauç Giran a   ya Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yeke wê sibê bê dîtin.