Rûniştina derbarê Dayika Aştiyê hat taloqkirin

  • 12:59 8 Mijdar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Bi daxwaza 10 sal ceza doz li Dayika Aştiyê Hevlet Oncu ku dema çalakiya greva birçibûnê, li Qoserê polisan wê bi erdê ve kaş kiribû, hat vekirin. Dadgehê daneşîn taloqî 9'ê Çileya 2020'an kir.
 
Doz, li Dayika Aştiyê Hevlet Oncu ku di 20'ê Nîsanê dema çalakiya greva birçibûnê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê xwestibû balê bikişîne ser greva birçîbûnê polisan wê bi erdê ve kaş kiribû û binçav kiribûn, hat vekirin. Hat hînbûn ku giliya Hevlet  ya derbarê polisên ku wê bi erdê ve kaş kirine de tu kirarî nehatiye kirin. 
 
'Wê agir bi her derî bikeve'
 
Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye amadekirin de ji bo Oncu ji 5 salan heta 10 salan ceza hatiye xwestin û daxuyaniya wê ya "Bila tecrîd rabe. Êdî bes e bila zarokên me nemirin. Tev birçîne bila kes nemire. Leyla Guven 170 roj in, êdî bes. Em başiyê dixwazin, mirinê naxwazin. Bila bi hev re biaxivin, bi dewletê re biaxivin, bi dewletên biyanî re biaxivin, êdî bes e bila aştî pêk were. Heke girtî ji birçîna bimirin ez ê nesekinim. Kes jî nasekine. Wê agir bi her derî bikeve." jî bûye mijara sûcdarkirinê. 
 
'Me aştî xwest'
 
Li ser qebûlkirina 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya doznameyê, îro daneşîna yekemîn a dozê hat dîtin.  Hevlet, parêzer û xizmên xwe tevlî daneşînê bûn. Di daneşînê de di destpêkê de Hevlet mafê axaftinê girt û li dijî sûcdariyê ev tişt got: "Me aştî xwest. Rewşa mirovên me yên di greva birçîbûnê de giran bû. Me xwest balê bikişînin ser rewşa wan. Lê me bi erdê ve kaş kirin û binçav kirin. Bi ava şid mudaxaleyî me kirin. Bi mehan ji ber derbên ku li min ketibûn, min êş kişand. Em têkoşîna aştiyê didin. Beraata xwe dixwazim."
 
Parêzer Ziya Bakir jî diyar kir ku li gel ku muewkîla wî di bûyerê de mexdûr bûye jî derbarê polisan de tu kirarî nehatiye destpêkirin. Ziya destnîşan kir ku li ser parvekirinên dîmênên bi erdê ve kaşkirina muwekîla wî bi awayekî lezgîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û dosya hatiye amadekirin û beraata muwekîla xwe xwest. 
 
Li ser axaftina Hevlet û parêzerê wê dadgehê daneşîn taloqî 9'ê Çileya 2020'an kir.