Danişîna Selma Irmak û Çagla Demîrel hat dîtin

  • 14:55 30 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza cezayê dîsîplînê ya parlamenterên HDP’ê yên berê Selma Irmak û Çaglar Demîrel ên girtî hat dîtin. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên berê Selma Irmak û Çaglar Demîrel û girtiya bi navê Hacîrê Tanirgan ên bi boneya “zirar dane amûrên saziyê” cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn. Siyasetmedaran îtîrazî Dadgeha Kocaeliyê kir. Di encama îtîrazê de doz vebû û danişîna ewil a siyasetmedaran hat dîtin. Selma û Çagla û parêzer^ne xwe amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. 
 
Wekîlan parastina xwe kir û gotin qada wan taybet a mahrîmiyetê tê binpêkirin û her cûre pêkanînên xerab li dijî wan pêk tên. Siyasetmedaran got ew rêgezên edebê qebûl nakin û her tişt bi zîhniyetek bavikasalarî tê kirin. Siyasetmedaran xwest cezayê wan bê betalkirin. 
 
Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û gotin cezayê hatiye birîn li dijî rê û rêzikê ye û xwestin ceza were betalkirin. 
 
Dadgehê ji bo nirxandina dozê danişînek din taloqî 26’ê mijdarê kir.