Girtiya nexweş Mevlude Başdaş hat tehliyekirin

  • 12:41 29 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Mevlude Baştaş ku li gel rapora xwe ya ji sedî 86 astengdar û nexweşa penceşêrê bû, li girtîgehê dihat gitin hat tehliyekirin. 
 
Dayika Aştiyê Mevluda Baştaş ku li gel rapora wê ya ji sedî 86 astengdar û nexweşa penceşêrê bû ku li girtîgeha Jinan a Şakranê dihat gitin, piştî pakêta darazê hat qanûnîkirin û ji bo cezayên hatibû birîn rêya daraza bilind vebû tehliye bû. Mevlude ku ev demek dirêj bû li benda ameliyatê bû, li nexweşxaneya Sîngê ya Suat Seren ji bo bê dermankirin dan razandin.