Li ser çapemeniya civakî, ecibandin bû sedema girtina ceza

  • 09:11 28 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li jina bi navê Nesrîn Çeçen bi hinceta ku di navbera salên 201-2016’an de li ser çapemeniya civakî, hesab ecibandî der barê wê de ji sûcê ‘propaganda rêxistinê’ kiriye doz hat vekirin û ji bo wê navbera salek û 5 salan de ceza tê xwestin.
 
Piştî pêvajoya çareseriyê şûnde bi hezaran kes ji ber parvekirinên li ser çapemeniya civakî rastî cezayan hatin. Ev operasyonên bi vî rengî, hîna di bin navê ‘lêkolîna çavkaniya vekirî’ de berdewam dikin û yek ji van bûyera li Mêrdînê hat jiyîn. Nesrîn Çeçen jî yek ji van kesan e. 
 
Bi hinceta ku di navbera salên 201-2016’an de li ser çapemeniya civakî, hesab ecibandî der barê wê de ji sûcê ‘propaganda rêxistinê’ kiriye doz hat vekirin û ji bo wê navbera salek û 5 salan de ceza tê xwestin. Dosya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin û piştre biryara neşopandinê hat dayîn û şandin Mêrdînê. Dadgeh cezakirina Nesrînê dixwaze.
 
Ji bo ecibandina di sala 2014’an de hatiye kirin doz vekirin
 
Nesrîn Çeçen li Qoser a Mêrdînê dijî. Di doza cemawerî ya der barê wê de hatiye vekirin de, ecibandina hesabên li ser çapemeniya civakî ya di navbera 2014-2016’an de wek hincet hat nîşandan û ji vê ceza tê xwestin. Piştî biryara bêrayebûnê şûnde, dosya ji Amedê şandin 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê û hîna rûniştina biryara dosyayê pêk nehatiye.