Dicleya 3 salî wê bigihîje azadiya xwe

  • 19:45 25 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
RIHA - Serlêdana parêzerê dayika zaroka bi navê Dîcle Zalîha Karadaş a ku ev nêzî 2 salan e li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtiye ya ji bo tehliyeyê ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hat qebûlkirin. Bi tahliyebûna Zelîhayê re wê zaroka 3 salî Dîcle jî azad bibe. 
 
Li navçeya Bîrecîk ya Rihayê Zelîha Karadaş (30)  û hevjînê wê Mehmet Akîl Karadaş  di Mijdara 2017'an de ji ber ku cezayê li wan hatibû birîn hatibû erêkirin Zelîha li gel zaroka xwe ya biçûk hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. Ji bo ku cezayê Zelîhayê bê taloqkirin parêzerê wê Bekîr Benek serî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dabû. Dadgeha ku serlêdan nirxand biryara tehliyekirina Zelîhayê da. Keça Zelîhayê ya Dîcleya 3 salî jî piştî dayika wê bê tehliyekirin wê azad bibe.