Doza du jinên ji doza Nisêbînê dihatin darizandin hat dîtin

  • 19:02 24 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
MARDİN - Ji doza Nisêbînê ya ku ji hev hatibû cudakirin daneşîna du jinên din hat kirin. Ji jinên ku daneşîna doza wan hat kirin Hêvîdar Dolaşir bersiva pirsa tu çi karî dikî da û got; "Ez li azadiyê digerim."
 
Di dema qedexekirina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Doza piştî du daneşînê wê hatin kirin ji hev hat cudakirin û niha kesên ji dozê tên darizandin doza wan yek bi yek tê dîtin.  Daneşîna du jinên ku ji vê dozê tên darizandin îro hat dîtin.
 
Daneşîna Nûbiharê hat taloqkirin
 
Di Doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtîn di serî de daneşîna Nûbahar a ku li Girtîgeha Xerpêtê ya JInan tê girtin hat dîtin. Nûbihar bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê hat kirin îdayên derbarê wê de hatin kirin red kir. Heyeta Dadgehê ji bo dozger mutalaya xwe amade bike doza taloqî 27'ê Mijdarê kir û biryar da ku di daneşîna bê de Bûbahar li daneşînê amade be. 
 
Hêvîdar Dolaşir: "Ez li azadiyê digerim
 
Piştî daneşîna Nûbiharê daneşîna Hêvîdar Dolaşir a ku li Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan dimîne hat dîtin.  Daneşîna ku Hêvîdar jî tevli bû bi tespîta nasneyan hat destpêkirin. Hêvîdar bersiva pirsa "Tu çi karî dikî" wiha da û got; "Ez li azadiyê digerim."
 
Hêvîdar got  ji ber ku ji nişka ve ew ji girtîgehê girtine û anîne parêznameya xwe bi xwe re neaniyê  û diyar kir ku ew ê parastinê neke. 
 
Heyeta dadgehê daneşîna Hêvîdarê jî taloqî 10 kanûnê kir.