‘Neweşandina daneyên îstîsmarê lêkolînan ji rastiyê dur dixe’

  • 09:06 23 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Ceren Akçabay, daneyên der barê sernavên wekê pornografiya zarokan û îstîsmara zayendî ya di rapora Wezaretê de nirxand û got neweşandina van daneya wê lêkolînan ji rastiyê qut bike.
 
Midûriyeta Giştî ya Îstatîstîk û Sîcîla Edlî ya Wezareta Dadê, di rapora bi ser navê ‘Li dadgehê cezayê, li gorî TCK’ê di dozên di salê de hatine vekirin, Hejmara sûc û Gumanbaran’ de, li bin hemû daneyan, daneyên kesên ji koma sûc hatine darizandin nehatine dayîn. Daneyên di bin sernavên pornografiya zarokan û îstîsmara zayendî jî nehatine weşandin. Her wiha wezaretê, xwegîhandina daneyên navbera salên 2002 û 2017’an de jî veşartin. Di van rojên ku naveroka reforma daraza duyemîn tê nîqaşkirin de, me ev mijar ji akademîsyen hiqûqnas Ceren Akçabay pirsî.
 
‘Hejmar pir bilinde’
 
Cerenê da zanîn ku bi hinceta ku dane ‘teşwîq dikin’ dibe ku nehatibe parvekirin û ev jî ji bo kesên li qadê xebatan dimeşîne wê zehmetiyan derxe holê. Cerenê got rewşek wek vê di mijara şîdeta zayendî ya civakî û kuştina jinan de jî jiyane û wiha got: “Wê demê jî hatibû gotin ku ev dane teşwîq dikin û xwegîhandina van daneyan hatibû astengkirin û nehatibû dayîn. Ji ber vê jî komeleyên jinan, komeleyên xebatên zayenda civakî, dane ji ser hejmarên di çapemeniyê de kom kirin lê dane hîna jî pir bilindin. Bi hinceta ku dane bila teşwîq nekin nehatin dayîn lê hejmar hîna jî pir zêde ye.”
 
‘Nedayîna daneyan şaş e’
 
Cerenê destnîşan kir ku di demek nêz de wê rapora nefeqeyê bê weşandin, di xebata hiqûqî-civakî ya hat kirin de, encamên weke ‘mexduriyetên şexsî’ yên hatin îdiakirin, derneketin holê û wiha pê de çû: “Mijarek wek vê ji bo kuştinên jinan û bûyerên îstîsmara zarokan jî debasdare. Dane wê bi lêkolînên hîn bi bandortir derkevin holê. Ev di heman demê de nîşan dide ku divê gotina muhafazakariyê ya der barê parastina malbatê de jî biguhere. Nedayîna daneyan şaş e.”
 
Cerenê her wiha destnîşan kir ku her cureyê şîdeta civakî tê jiyîn, bi taybet jî ji sala 2009’an şûnde bûyerên îstîsmarê zêde bûne, ev bûyer jî girêdayê şîdeta li ser jin û LGBTÎ+ ne. Cerenê ev tişt daxuyand: “Zêdebûna bêcezabûnê jî bandorê li vê dike. Tişta ku em hemû dixwazin aştî û aramiya civakî ye. Hemû kesên di vê têkoşînê de ji doktoran heta jinan, parastina vê bêguman ne tesaduf e. Wekê din jî ne pêkane ji xwe.”
 
‘Lêkolîner wê li gorî çi gotina xwe bêje?’
 
Cerenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî gumanbarê îstîsmarê, ji bo darizandina ceza, ji bo darizandina takdîrê, jî qadek berfireh heye û wiha dawî lê anî: “Ji bo dadger di navbera 1 û 3 salî de, di navbera 10 û 15 salan de mafê takdîrek girîng tê nasîn. Di vir de ya girîng eve ku sûc çawa tê nirxandin. Bi giştî di vir de têkiliyên serdest yên mêr, normên civakî hene. Di jiyanê de jin û zarokan davêjin plana duyemîn. Ji ber vê jî em bi pirsgirêkên cidî re tên rû hev. Hem di dema darizandinê de hem di pêvajoyên înfazê de, bandora serdest ya mêr heye. Di vî alî de çavkaniyên parêzvanên mafên mirovan û parêzeran jî ji dest tê girtin. Gelo wê lêkolîner li gorî çi gotina xwe bêjin. Ev zemîna nîqaşkirinê ya di zemîna lihevkirina civakî de hildiweşîne.”