Dadgehê dosyaya mêrê ku hewl da hevjîna xwe bikuje qebûl nekir

  • 18:13 22 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
DÎLOK - 1'emîn danişîna doza Mehmet Yirtici yê ku hewl da hevjîna xwe Guldane Yirtici ya li nexweşxaneyê dema welidî bikuje, li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Dîlokê  hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara bê peyvirdariyê da û dosya disa li dozger vegerand. 
 
1'emin danişîna doza Ahmet Yirtici yê li Dîlokê hewl da hevjîna xwe Guldane Yirtici dema li nexweşxaneyê welidî bikuje, li 11'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Dîlokê hat dîtin. Di danişînê de Mehmet Yirtici yê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtî ye û mexdûr Guldane Yirtici û parezerê wê Hakan Kizilarslan amade bûn. Ji ber salon biçûk bû danişîn li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî û nûnerên saziyên jinan jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Mehmet Yirtici parastin kir û xwe mafdar nîşan da. 
 
Di danişînê de mexdûr Guldane Yirtici jî anî ziman ku hêj nû welidî bû hat zarokê xwe dît û wiha got: "Ji min re got tu yê vegerî malê. Êvarî dîsa hat nexweşxaneyê û dîsa got 'Tuyê bê malê? Min jî got dema ez ducanî bûm te li min da û te xwest min bikujî. Destê xwexist qirika min û xwest min bikuje. Li pêş çavê zarokên min li min da. Ez çima vegerim cem mirovekî wisa? Wê demê wî got ‘Wê xwedî ruhê te nestîne. Ez ê ruhê te bistînim. Ez ê te bikujem.' û kêr li min kişand xwest kêrê li ser dilê min bixe. Wê demê xwişka min li cem min bû. Xwe avêt ser min. Ne ji xwişka min bûya ezê îro mirî bûma. 7 kêr li bedena min ketin. " 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina bersûc da û der barê dosyayê de biryara bê peyvirdariyê da û dosya dîsa li dozger vegerand.