Parêzerê Nadîrayê: Em ê tespîtên xwe bidin dozgeriyê

  • 09:22 21 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
 
 
STENBOL- Jina bi navê Nadîra Kadîrova li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerê Nadîrayê, Bîrol Ozturk wiha got: “Hinek tespîtên me hene. Di rojên pêş de em ê bidin dozgeriyê.”
 
Parêzerê Nadîra Kadîrova ya ku di 23’ê îlonê de li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, Bîrol Ozturk da zanîn ku lêpirsîn didome. Bîrol bi bîr xist ku dosya ne wek bûyera întîxarê wek bûyera cînayetê tê dîtin û wiha pê de çû: “Bi qasî em dibînin dosya ji bûyera întîxarê wêdetir, wek cînayetê tê dîtin. Lêpirsîn jî bi vî awayî dimeşe.”
 
‘Tespîtên me hene’
 
Bîrol bi lêv kir ku hinek agahiyên ku tespît kirine hene û ev tişt anî ziman: “Bûyer çawa ye em ê hemû bi hev re bibînin. Hinek tespîtên me hene. Em ê di rojên pêş de bidin dozgeriyê. Piştre jî em ê bi berfirehî îfade bikin. Ji hinek saziyan re nivîs hatine şandin. Bersiva wan tê payîn. Ligel vê rapora Tipa Edlî li dosyayê nehatiye zêdekirin. Em ê van hemûyan bi hev re binirxînin.”
 
‘Rastî çiye bila derkeve holê’
 
Bîrol di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îfadeya şahidê di lêpirsînê de îfade daye û got: “Li gorî îfaeya wê, em ê di rojên pêş de bibînin ku pêvajo çawa pêş dikeve. Armanca me ev e ku rastî derkeve holê. Rastî çi ye bila derkeve holê. Ji bo vê çi ji destê me bê em dikin. Bila wijdana civak, malbat û ya me rehet be. Yekane derdê me ev e.”