Eren Keskîn: Hewl didin dosya Nadîra Kadîrova bigirin

  • 09:07 19 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Jina bi navê Nadîra Kadîrova li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê hewl hat dayîn ku dosya wek bûyera întîxarê bê girtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got: “Destê min de agahiyên der barê ku malbat hatiye tirsandin hene. Niha bi serlêdana me ya sûc re wê pêvajoyek nû dest pê bike.”
 
Jina ku welatiya Ozbekîstanê bû Nadîra Kadîrova di 23’ê îlonê de li mala parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo bûyer ronî bibe ji serî de ye bûyerê dişopîne.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê mirina bi guman a Nadîrayê de axivî û da zanîn ku dema bûyer pêk hatiye wan xwe gîhandiye malbata Nadîrayê bi birayê wê re axivîn û wiha got: “Min bi hevala Nadîrayê ya ku got li mala Şîrîn Unal rastî tacîza zayendî hatiye re hevdîtin kir. Gelek ditirsiya. Digot eleqeya min bi bûyerê tune. Got ‘tenê şahidê gotinê wê me’. Bi tirs diaxivî.”
 
Erenê her wiha da zanîn ku xizmek Nadîrayê xwe gîhandiye wan û der barê Nadîrayê de gelek agahî şandine lê parêzerê malbatê nexwestiye van agahiyan parve bikin û wan jî li dijî vê rêzdarî nîşan daye û agahî parve nekirine. Erenê wiha berdewam kir: “Lê dikarim tiştek bêjim ku bûyer bi çeka Şîrîn Unal pêk hatiye. Şîrîn Unal kî ye, leşkerekî berê yê NATO’yê ye û perlamenterk e. Kesekî wisa ku bi salan fermandarî kiriye ne pêkane ku çeka wî wisa li holê be. Di esasê de malbat jî cihê çekê nizane. Têkiliyeke çawaye ku Nadîra dikare xwe bigihîne çekê gelo? Wêneyên Nadîrayê yên li odeya wî ya li meclîsê hatine kişandin jî hene. Kesek li mala parlamenter li hevjîna wî ya nexweş dinêre çawa dikare wisa rehet bikeve odeya wî meclîsê. Çawa dikare wisa rehet wêne bikşîne. Ev jî têkiliya wan ya nêz nîşan dide.”
 
Dixwazin dosyayê bigirin’
 
Erenê da zanîn ku ji ber bûyer bi çeka Unal pêk hatiye guman zêde bûne û ji ber vê jî hewl tê dayîn dosya bê girtin. Erenê bi lêv kir ku ew wek Komîsyona Jinan a Navenda ÎHD’ê wê tevlî dozê bibin û her wiha der barê Şîrîn Unal de serlêdana sûc kirine û got wê şopdarê lêpirsînê bin.