Derbarê dosyaya hevşaredar Yildiz Çetîn de biryara veşartinê hat dayin

  • 12:07 16 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
WAN - Dozgeriyê derbarê dosyayên Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek û Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman de biryara veşartinê da. 
 
Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek û Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman do hatin binçavkirin û hîn di bin çavan de ne. Her wiha nayê zanîn ku ew ê îfadeya hevşaredaran kengî bê dayin. 
 
Derbarê dosyayên 15 kesên ku bi hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek re hatibûn binçavkirin de jî jî biryara nepeniyê hat dayîn û dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Derbarê dosyayan de agahî bi parêzeran re nayê parvekirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin lêpirsîn bi tevahî li ser îfadeyên şahidekî veşartî hatiye destpêkirin.