Yekemîn rûniştina doza Gultan û Sebahatê sibehê ye

  • 09:02 15 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
MELETÎ - 18’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê, cezayê li hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel hatibû birîn, xera kiribû û piştî vê runiştina yekemîn a dozê wê sibê li 5’emîn dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.
 
5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê der barê hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propaganda rêxistinê kirin’ ceza dabûn û di meha Tîrmehê de Dadgeha Îstînafê ceza xera kiribû. Li Gultanê ji sûcê endamtiya rêxistinê 11 sal û 3 meh ji propaganda rêxistinê 3 sal ceza hatibû dayîn. Li Sebahatê jî ji endamtiya rêxistinê 9 sal û 9 meh ji propangada rêxistinê 5 sal û 3 meh ceza hatibû birîn.
 
Piştî biryara dadgehê parêzeran biryar biribûn Dadgeha Îstînafê. 18’emîn Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê dosya lêkolîn kir û cezayê wan xera kiribû.Her wiha dadgehê tahliyeya Sebahat û Gultanê jî red kiribû û biryara berdewamkirina girtina wan dabû. Yekemîn runiştina dozê di 16’ê cotmehê de wê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin.
 
Ji bo tevlîbûna runiştinê bang
 
Meclîsa Jinan a HDP û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo runiştina Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak banga tevlîbûnê kirin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt bi hev re tevlî runiştinê bibin û dengekî xurt derxin.”