Cîgirê Ercan Uysaler jî ji heqeret û derbkirina jinekê hat darizandin

  • 09:32 11 Cotmeh 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Ercan Uysaler ku di dema qeyûman de Midûrê Kent A.Ş bû, derketibû holê ku Mehmet Bulut yê ligel wî wek cigirê midûr dixebitî sala borî jinek bi zorê xistiye wesayîtê û derb û tehdîd lê kiriye. Li ser gilîkirina jinê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Qoserê ji ber vê mijarê derbarê wî de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de biryar hat dayîn ku Mehmet Bulut û du kesê ligel wî bi armanca cezakirinê bên darizandin.
 
Li Mêrdînê di navbera 2016-2019’an de di dema qeyûm de, kesê bi navê Mehmet E.G yê 38 salî ku wek cigirê midûr ligel midûrê Kent A.Ş. Ercan Uysaler dixebitî, jinek revandibû û derb kiribû û her wiha tehdîda ‘Ez te li vir nahêlim’ kiribû. Bûyer di Adara 2018’an de hatibû jiyîn û niha Mehmet Bulut mdiûrê TEDAŞ’ê yê navendê ye û hat hînbûn ku Mehmet jina ku xwestiye dest jê berde tehdîd kiriye. Jina ku piştî tacîz kir û bi zor revand, derb kir û herwiha tehdîd jî kir. Li ser gilîkirina jinê lêpirsîn hatibû destpêkirin.
 
Li cigirê Ercan Uysaler ji heqeret û derbkirinê lêpirsîn
 
Li ser gilîkirina jinê ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Qoserê Mehmet Bulut û du kesên din yên bi navê A.V.A û Z.U.G. de ji sûcê ‘ji yekî zêdetir kesî kes ji azadiya wê bêpar hiştiye, heqeret û tehdîd kiriye’ îdianame amade kir. Piştî îdianame hat qebûlkirin, di runiştina yekemîn de Mehmet Bulut sûcdarî red kir û hewl da xwe xilas bike.
Heyeta dadgehê îfadeyên jinê û rapora nexweşxanê ya di îdianameyê de xwendin.
 
‘Ez te li vir nastirînim’
 
Îdianame salek piştî bûyerê di 14’ê gulanê de hat amadekirin û îfadeyên jina bi navê E.G. wiha cih girtibûn: “Şeva bûyerê Mehmet Bulut serxweş li min geriya û got tu li ku yî, tu nebêjî ez ê bi sînyalê bibînim. Mehmet Bulut, V.A. bi zorê ez li wesayîtê kirim. Di rê de di wesayîtê de Mehmet Bulut bi qirika min girt û li min da. Piştre ez bi wesayîtê birim maleke li taxa Aşîtî. Mehmet li wir jî li min da. Tehdîdên ‘Ez te li vir nastirînim, ez ê her tiştê te bigirim, te rezîl bikim’ li min kir. Saet li dora 08.00’an ez birim mal. Ez jî çûm Nexweşxana Dewletê ya Qoserê, min derman kirin û vegeriyam malê.”
 
Rapora derbkirinê piştrast kir
 
Piştî bûyerê gumanbaran di îfadeyên xwe de sûcdarî qebûl nekirin. Lê raporên ji nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê di 17’ê Adara 2018’an de hatiye girtin de lêdan  hatiye piştrastkirin.
 
Piştî îfade û delîlên hatin komkirin şûnde heyeta dadgehê bi daxwaza cezakirina gumanbaran, biryara berdewamkirina dozê da. Runiştin taloqî 14’ê Mijdarê hat kirin.