Doza bersûcê tacîzê Ercan Uysaler hat taloqkirin

  • 12:02 3 Cotmeh 2019
  • Hiqûq

MÊRDÎN - Polîsê bi navê Ercan Uysaler ê ku ji aliyê qeyûmê Mêrdînê ve wekî mudur tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûbû û fuhuş li ser jinek xebatkar ferz kiribû nehat rûniştina yekem a doza ku jê tê darizandin. Derbarê Ercanê ku ji aliyê parêzeran ve hat parastin biryara anîna bi zorê hat dayin.

Rûniştina yekem a polîsê bi navê Ercan Uysaler ê ku di serdemaWaliyê bi navê Mustafa Yaman ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin, wekî mudur hatibû tayinkirin hat dîtin. Rûniştina doza Ercan li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Mêrdînê hat dîtin. Ercan ê ku ji aliyê qeyûm ve wekî mudur tayînî şaredariyê bûbû û fuhuş li ser xebatkara jin ferz kiribû nehat rûniştinê. Derbarê Ercanê ku ji aliyê parêzeran ve hat parastin biryara anîna bi zorê hat dayin. Gelek jinên parêzer û Platforma Jinê ya Şahmaranê jî doz şopandin. Doza bersûcê tacîzê Ercan Uysaler hat taloqkirin.