10 sal in ji bo Ceylan Onkol edalet pêk nehatiye

  • 09:03 28 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - Parêzeran der barê redkirina doza tezmînata manewî ya ku malbata Ceylan Onkol vekiribû de, li Şûrayê Dewletê îtîraz kiribû û her çiqas îtîraz bê qebûlkirin jî di dozê de encama dihat xwestine hatiye girtin.
 
Li navçeya Licê ya Amedê li gundê Şenlîk Ceylan Onkol ya 12 salî di 28’ê îlona 2009’an de dema pez diçêrand li bi topa hewanê ya ji Qerekola Yayla hat avêtin jiyana xwe ji dest da. Malbata Ceylan û parêzeran der barê mirina Ceylanê de li dewletê li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê 100 hezar TL aborî, 150 hezar jî tezmînata manewî doz vekir. Dadgehê biryar da ku 28 hezar û 208 lîra û 85 kuruş tezmînata aborî bidin malbatê û temînata manewî jî red kirin. 
 
Parêzerên ÎHD’ê dosya şandin Dadgeha Daniştayê
 
Parêzerê ÎHD’a Amedê ku pêvajo meşandin, di 2015’an de îtîrazê biryara dadgehê kirin û dosya şandin Şûrayê Dewletê. Her wiha parêzeran bibîr xistin ku di çarçoveya qanûna hejmar 5233’an de, kusur û bêtedbîriya dewletê nehatiye qebûlkirin û di vê qanûnê de tezmînata manewî tune, di tezmînata aborî de jî temenê kesên jiyana xwe ji dest dane, rewşa aborî li ber çavan nayê girtin û wisa biryar tê dayîn. Di daxwaznameya îtîrazê de hat gotin ku tezmîna ji bo zarokek 15 salî û kesekî 90 salî wekhev e.
 
Kusurê xizmetê hatibû dîtin
 
15’emîn Daîreya Şûrayê Dewletê îtîraza parêzeran nirxand û biryara xwe ya der barê dosyayê de dabû û wiha gotibû: “Ji aliyê kesên doz vekirine ve hatiye diyar kirin ku li cihê teqîn lê çêbûye sewalan tên çêrandin û qada lîstika zarokan e. Yên doz vekirine der barê ku ev der her tim ji aliyê mirovan ve tê bikaranîn ve belge an jî dosyayek ku ji aliyê hiqûqê ve bê qebûlkirin, pêşkêş nekirine. Dema rewş wisa be; ji ber vê encama ku kusurê ximzetê heye, hatiye bidestixin. Ji ber vê di qanûna hejmar 5233’an de der barê çaraserkirinê de, di biryara dadgehê de îsabeteke hiqûqî tune.”
 
Sedemeke ku dosyayê xera bike tune!
 
Dadgehê li gorî 49’emîn xala Qanûna Hejmar 2577, beşeke daxwaza tezmînata aborî qebûl kir û der barê reda daxwaza tezmînata manewî ya 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê daye jî biryara xerakirinê da. Dadgehê bi pirdengî îtîraza parêzeran qebûl kir û ji bo doz ji nûve bê dîtin dosya şand 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê. Endamek ji heyeta 15’emîn Daîreya Şûrayê Dewletê jî biryara dadgeha herêmî rast dît û îtîrazê xerakirina dosyayê kir. Heyetê hinceta îtîrazê li biryarê zêde kir û wiha got: “ Biryar û hinceta Dadgeha îdarî, li gorî hiqûq û usulê ye, ji ber sedemeke ku biryarê xera bike tune, bi redkirina daxwaza temyîzê re, bi denga erêkirina biryara dadgeha îdarî, tevlî biryara piraniyê nabim.” 
 
Çi bibû?
 
10 sal berê di 28’ê îlonê de Ceylan Onkul li navçeya Licê ya Amedê li mezra Xambaz a Şenlîk dema pezê xwe diçêrand bi topa hewanê hat qetilkirin. Dozger ku bi hinceta ewlehiya can neçû cihê bûyerê, cenaza Ceylanê 6 saetan li erdê mabû. Dozger bi hinceta ewlehiyê 3 roj şûnde çibû cihê bûyerê. Pîsporê Tipa Edlî ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Umît Bîçer di rapora serbixwe ya amade kiribû de, diyar kiribû ku Ceylan Onkul di ‘pozîsyona bê parastin de’ jiyana xwe ji dest daye.
 
Parêzeran diyar kir ku ev tespît îdiayên ku hewan ji aliyê Tabura Cendermeyan ve hatiye avêtin, xurt dike. Salek piştî bûyerê Endustriya Kîmya û Makînê (MKE) ya Midûriyeta Giştî ya Saziyê der barê teqînê de li cihê bûyerê lêkolîna krîmînal kirin û di raporê de hat gotin ku madeya bûye sedema teqînê muhîmateke bombeavêjê ya 40 mm ye. 
 
Dozgerê demê yê lêpirsîn dimeşand di 4’ê Nîsana 2013’an de der barê gumanbarên ku nehatin dîtin de bi sûcdariya ‘peywira xwe nebaş bikaranîne’ lêpirsîn dabû destpêkirin lê biryara neşopandinê hat dayîn. Dadgehê di 30’ê Nîsana 2015’an de ji bo dosyayê biryara lêgerîna daîmî da. Bi vê biryarê re jî dosya bi demborî û bêcezabûnê re hat rû hev. Malbat û parêzeran di 8’ê cotmeha 2010’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.