Ew ê doza Fîgen Yuksekdag sibehê bê dîtin

  • 10:11 26 Îlon 2019
  • Hiqûq
ENQERE-15'emîn rûniştina doza ku 7 fezleke kirin yek a Hevseroka HDP'ê ya Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag, ew ê îro li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.  
 
15'emîn rûniştina doza ku 7 fezleke kirin yek a Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag, ew ê îro li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.  Di îdianemeya ku ji 92 rûpelan pêk tê de ji bo Figenê ji 30 salî heta 83 salî ji ber çalakiyên di bin banê KCD'ê de hatiye kirin û ji ber çalakiyên din bi sifata "Rêvebera rêxistinê" ceza tê xwestin.
 
Derbarê Figen Yuksekdag û Selahatin Demirtaş de derbarê bûyerên 6-8 Cotmehê yê Kobanê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
 
Tê payin ku sibehê Figenê di rûniştinê de derbarê vê lêpirsînê û derbarê biryarê de parastinê bike.