Daneşîna doza Berkîn Elvan hat taloqkirin

  • 14:38 25 Îlon 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Daneşîna doza têkildarî kuştina Berkîn Elvan ku dema çalakiyên Parqa Geziyê ji serê xwe gule xwaribû, taloq bû. Dayik Gulsum Elvan bi van gotinan bertek nîşanî taloqbûna dozê da: "Em êdî darizandin û ceza dixwazin."
 
14'emîn daneşîna doza têkildarî kuştina Berkîn Elvan ku dema çalakiyên Parqa Geziyê ji serê xwe gule xwaribû û jê polîs Fatîh Dalgin tê darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Malbata Elvan, parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Oya Ersoy tevlî daneşînê bûn. Dadgehê biryara xwe ya îro aşkera kir û daneşînê taloqî 13'ê Mijdarê kir.
 
'Dayikan tînin rûberî hev çima?'
 
Dayika Elvan Gulsum Elvan di daneşînê de axivî û ev tişt got: "Daneşîne ku qet bi dawî nabe heye. Tênagihijim ku em çima tên redkirin. Berê zarokan dikuştin û dianîn rûberî hev, niha jî dayika tînin rûberî hev. Em êdî darizandin û ceza dixwazin. Em jî dayik in. Dê hê çend zarokên me biçin û çiqas xwîn birijê? Dema ku hûn serê xwe datînin ser balifê xwe, dikarin razin, ev hê zarok bû! Kurê min qarneyê xwe girt lê dîplomaya xwe negirt. Dema ku hûn li zarokên xwe dinêrin kurê min bînin ber çavên xwe. Tiştekî din jî nabêjim, we bi wijdanê re rû bi rû dihêlim."
 
'Bersiv diyarin kujer jî diyarin...'
 
Parêzer Çîgdem Akbûlût jî wiha axivî: "Lêpirsîn jî û darizandin jî bû. Bersivên ku hûn dixwazin, ducar-sêcar ji saziyan hatine û hinek ji wan pêkenok in. Di hemû bersivan de kujer diyar e, em êdî naxwazin bên rawestandin. Divê kujerê Belkîn cezayê ku heq dike bigire. Heke li vî welatî piçek adalet mabe divê ji vê dadgehê derkeve û hêvî bide. Em li benda bersivên raporan e. Em li bendê ne ku hûn hêza hiqûqî ya di destê xwe de bi kar bînin û biryara navberê bidin. Dema bersiv bê em ê daxuyaniyên xwe pêşkêş bikin. Hûn dikarin rexne bikin lê jo roja ku dosya ji me re hatiye heta niha em tişta pêwîst dikin. Hûn jî dizanin dema ku mijar bûyereke civakî be rapor bi zorê tê."
 
 Dadgehê biryara xwe aşkera kir û daneşînê taloqî 13'ê Mijdarê kir.