Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê nehat tehliyekirin

  • 08:45 25 Îlon 2019
  • Hiqûq
 
 
WAN - Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê, Guldane Kiliç ji rûniştina doza bi îdiaya "endama rêxistinê" dihat darizandin, nehat tehliyekirin. Heyeta Dadgehê biryara berdewamiya girtina Guldane da û rûniştin taloqî 22'ê Cotmehê hat kirin. 
 
Di 23'ê Tîrmeha 2019'an de di encama serdegirtina malan a hemdemî de ya ku li Qersê û navçeyên wê pêk hat tevî Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê, Guldane Kiliç, 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji 12 kesî 9 kes bi şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Guldane û 2 kesê din jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. 
 
2'emîn rûniştina Guldane ya doza ku dihat darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku di rûniştinek din de şahidên veşartî K.K û Y.K bên guhdarkirin û rûniştin taloqî 22'ê Cotmehê hat kirin.