Rojnameger Kibriye Evren dîsa nehat tehliyekirin!

  • 10:58 24 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna doza Rojnameger Kîbriye Evren a ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin de Kîbriye nehat berdan. 
 
Daneşîna biryarê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên Kîbriyeyê Pîrozhan Karali û Resul Temur amade bûn û hempîşeyên Kîbriyeyê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Punto 24, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad jî doz şopandin.  
 
Kîbriye got, ''Ez rojnamevan im min mafê xwe yê demokrasiyê û azadiya çapameniyê bi kar aniye û wêneyên pîknîkê yên li gel hevalên min mîna ku endama rêxistinê be û perwerdehiyê dibînim di dosyayê de cih girtine.
 
Şandeya Dadgehê herî dawî biryara ku  rewşa girtî ya Kîbriyeyê bidome û danişîn taloqî 12'ê Mijdarê kir.