Di doza Nisêbînê de girtiyên bertek nîşanî cezayê giran dan hatin derbkirin

  • 13:47 23 Îlon 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Heyeta dadgehê ya doza Nisêbînê ya piştî biryara tefrîkê dewam kir, cezayê giran da girtiyan. Girtiyên ku cezayên giran protesto kirin û dirûşme berz kirin ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin û ji eywana rûniştinê hatin derxistin. 
 
Di 26'ê Gulana 2016'an de, jê 17 zarok 53 kes di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de ji kuçeyên ku lê mabûn hatibûn tehliyekirin û piştre hatibû girtin. Rûniştina kesên hatibûn girtin dewam dike. Di rûniştina îro ku bi tevahî 70 kes tên darizandin de cezayên giran ji bo girtiyan hatin dayin. Girtiyên ku beşdarî rûniştina li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bûn ji ber birîna cezayên giran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.  Girtiyên ku cezayên giran protesto kirin û dirûşme berz kirin ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin û ji eywana rûniştinê hatin derxistin. 
 
Heyeta dadgehê 30 sal ceza li zarokê girtî birî!
 
Rûniştin bi girtekên dozê û tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Heyeta Dadgehê bi hinceta "Zirar daye malê cemaweriyê","Kuştina mirovan","Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc" 30 sal ceza ji bo zarokê girtî yê 17 salî yê bi navê Simanur Pamuk birî. Simanûr cezayê ku lê hat birîn protesto kir û ji aliyê jandarma ve lêdan xwar. 
 
Her wiha piştî Simanur muebeta giran û 80 sal ceza li Şeymus Koç hat birîn. Piştî biryara ku hat dayin Şeymus jî dirûşme berz kir û wî jî lêdan xwar. Malbatên girtiyan jî bertek nîşanî heyeta dadgehê da û bi dirûşmeyan protesto kirin. 
 
Li zaroka bi navê Nurcan Aslan jî bi îdiayên "Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc", ,"Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc", "Zirar daye malê cemaweriyê" bi tevahî 25 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Dê parêzer li dijî cezayên ku hatine birîn îtiraz bikin.