Rûniştina biryarê ya Rojnameger Kîbriye Evren sibehê ye

  • 10:53 23 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina biryarê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren a ku di 9'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin û girtin, sibehê ye.
 
Di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê û 9 bajaran operasyonên binçavkirinê yên hemdemî pêk hatibû û Rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 142 kes hatibûn binçavkirin. Rûniştina biryarê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren dê sibehê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. 
 
Dozger heta 20 salî ceza xwest
 
Dozger di rûniştina 16'ê Nîsanê ya ku Kibriye beşdar nebûbû de bi hinceta ku Kibriye di nava xebatê TJA'yê de cih girtiye û beyanên 3 şahidên veşartî hene, ji ber sûcê "Endama rêxistinê ye" ji 7 salan heta 15 salî, ji ber sûcê "Propagandaya rêxistinê kiriye" jî daxwaza 5 sal ceza xwestibû. 
 
Kibriyeyê beşdarî 6'emîn rûniştina 18'ê Tîrmehê bûbû û gotibû "Ez ne tehliyeyê berata xwe dixwazin."
 
'Ji ber ku karê ez dixwazim ez nikarim bikim, mexdûr dibim'
 
Kibriye di parastina xwe de wiha gotibû:"Hema hema hemû rojnamger serbest hatin berdan. Di vê dozê de tenê ez girtî me. Ev 10 meh in ez tenê bi beyanên şahidên veşartî, girtî me. Ez bi salan e rojnameger im.  Di her qada ku ez lê bûm min derbarê jinê de nûçe çêkiriye. Ji bo keda jinê bê dîtin min pênûsa xwe girt destê xwe. Ez ji ber faaliyetên xwe yên rojnamegeriyê niha li vir girtî me. Şahidê veşartî danibû zanîn ku ez li qadên cuda me. Erê ez rojnamegerek navdar im. Li kuçe, mal, partiyên siyasî, li STK'yan min bi jinan re hevdîtin pêk anî. Ez rojnamger in loma li her derê me. Min heta niha ev xebat kir ez ê niha şûnde jî bikim. Ketin û derketina min a partiyên siyasî cuda hat şîrovekirin. Lê ez rojnameger im. Loma divê ez vê azadiyê bi kar bînim. Ji ber ku karê ez dixwazim ez nikarim bikim, mexdûr dibim."