Derbarê doza Leyla de kesekî din hat girtin

  • 09:14 21 Îlon 2019
  • Hiqûq
AGIRÎ - Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgane winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, do dest pê kiribû. Apê Leyla yê girtî Mehmet Alî Aydemîr, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekir û bavê Leyla Nîhat Aydemîr jî, gilîdar e û şikê ji hin kesên din dike.
 
Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgan a Agiriyê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, do dest pê kiribû. Di dozê de 1 jê girtî 7 kes tên darizandin. Bersûcê girtî Mehmet Alî Aydemîr bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û 6 bersûcên din jî li salonê amede bûn. Dayika û bavên Leyla Şukran û Nîhat Aydemîr, xizmên Leyla, parêzerên baroyên Agirî, Erzirom û Wanê danîşin şopandin. 
 
Her 6 bersûcên îfedeyên wan hatin girtin, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin û got tu eleqeya wan bi bûyerê re tune ye. Dûre Mehmet Alî Aydemîr ê girtî parastin kiribû û wiha gotibû: “Tu eleqeya min bi van sûcdariyan tuneye. Şahidê min ê herî mezin Nîhat Aydemîre. Roja ku zarok winda bû ez neçûm mala xwişka xwe. Ez tu carî ne çûme mala xwişka xwe. Hejmara wê ya telefonê jî gel min tuneye. Ji xwe roja Cejnê jî min zarok nedît.” Dadger axaftina Aydemîr birî û got: “Dibêjin te cendirme ber alî kirine.” Mehmet Alî li ser vê yekê got; “Min cendirme bi şaşî ber alî nekirine. Ez di zeviyê de 3 rojan xebitîm. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim.”
 
Ez ê dev ji dozê bernedim
 
Dayika Leyla Şukran Aydemîr jî, parastin kir û wiha axivî: “Ez mafê xwe yê ne axaftinê bi kar tînim. Zaroka min dizîn. Birçî hiştin. Ev zilme. Min bi çavên xwe nedît, ji ber vê yekê niha nikarim tiştekê bêjim. Kî kiribe ez gilîdarê wî me. Ez ê dev ji dozê bernedim.” 
 
Piştî axaftinan ji ber îfadeya bi guman biryara girtina Yusuf Aydemir hat dayin. Her wiha biryara berdewamiya girtina Mehmet Ali Aydemir hat dayin û ji bo li şahidên wekî din bê gundarkirin rûniştina din taloqî 21'ê Sibata 2020'an hat kirin. 
  
Ji bo şahidiya derewa serîlêdana sûc hat kirin
 
Her wiha ji ber îfadeyên Çetin Kaban, Erol Dursun, Yilmaz Aydemir ên ku di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya ku dabûn li hevdu negirt loma derbarê wan de ji ber sûcê "Şahidiya derewa kirine" li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê serîlêdana sûc hat kirin.