Dîsa biryara girtina Fîgen Yuksek Dag û Selahatin Demirtaş hat dayin

  • 08:50 21 Îlon 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê SelahattîN Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê bi dawî bû. Piştî parêziya parêzeran, heyeta dadgehê biryar da ku Selahatin û Fîgen bi awayekî girtî bên darizandin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, hatibû xwestin ku hevserokên giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê bên girtin. Di danişîna ku li Dadgeriya Cezayê Sulhê pêk hat de, Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Piştî îfadeya Selahatin, dor hat Fîgenê û ew jî ji Girtîgeha Kandirayê tev li danişînê bû. 
 
Piştî îfadeya Fîgenê, parêzeran muwekîlên xwe parast. 
 
Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê biryar da û xwest Selahatin û Fîgen bi awayekî girtî bên darizandin. 
 
Hat hînbûn ku  Selahatin û  Fîgen, ji ber bûyerên Kobaniyê ku di 6-7'ê Cotmeha 2014'an de pêk hatin hatine tawanbarkirin. 
 
Demîrtaş, ji dosyeya pê dihat darizandin hatibû berdan, lê belê ji heman dosyeyê careke din hat girtin.