'Cezayê dîsîplînê' ku li Hulya Usanmaz hat birîn rakirin

  • 09:10 20 Îlon 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Rewşa zaroka bi navê Avşîn ku li gel dayika xwe li girtîgehê dimîne roj bi roj xirabtir dibe. 'Cezayê dîsîplînê' ku li dayika Avşînê Hulya Usanmaz a ku nikare derman ji keça xwe re bistîne hatibû birîn jî hat rakirin. 
 
Ji ber ku 6 sal û 7 meh cezayê li Hulya Usanmaz a li Artukluya Mêrdînê dijî hat birîn, hulya bi pitika xwe ya bi navê Avşîn ku nexweşa Hemanjîom (tumora rehan) re hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. Li gel ku rewşa Avşîna biçûk roj bi roj xirab dibe li dayika wê Hulyayê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Daneşîna doza ku di çarçoveya lêpirsînê de li Hulyayê hat vekirin di rojên borî de hat dîtin. 
 
Di rojên borî de dema ku Hulyayê ji bo Avşîna ji pêlikên qawîşê dikev û dayika wê dibin nexweşxaneyê, hulya dibêje " destên min kelepçekirî ezê çawa zaroka xwe bigirim?" û îtîraz kiribû.  Li ser vê derbarê Hulyayê de gitek hatibû girtin, lêpirsîn hatibû destpêkirin û cezayê dîsîplînê lê birî bûn. 
 
'Ez ê li kesên girtek girtin gilî bikim'
 
Derbarê cezayê ku li Hulyayê hat birîn de di rojên borî de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Mêrdînê ve daneşîna yekem a dozê hatibû dîtin. Hulya bi rêya SGBS'ê tevli daneşînê bû. Hilya wiha got: "Daxwaznameya ku min daye dubare dikim. Mafê tu kesî ku dayikbûna min lêpirsîn bikin tune ye. Herwiha keça min jî nexweş e û di serê wê de tumor heye. Ez dixwazim ku ev rewş jî li ber çavn bê girtin û cezayê disîplînê ku li min hat birîn bê rakirin. Ez ê li kesên ku ev girtek girtin jî gilî bikim." 
 
Di encama îfadeyên ku hatin girtin de dadgehê pêdivî bi darizandinê nedît û cezayê ku ji aliyê girtîgehê ve li Hulyayê hatibû birîn ê dîsîplînê rakir.