Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr dê sibêhê dest pê bike

  • 13:31 19 Îlon 2019
  • Hiqûq
AGIRÎ - Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgane winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê hat dîtin, sibe dest pê dike. 
 
Li gundê Bezirganê yê Agiriyê, di 15’ê hezîrana 2018’an zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a winda bû û piştî 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Doza derbarê kuştina Leyla de hat vekirin wê sibêhê dest pê bike. Di doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin. 
 
Di îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Agiriyê ve hatiye amedekirin û ji aliyê dadgehê ve jî hatiye qebûlkirin de ji bo bersûcan cezayê muebetê û bi îdîaya “bi hevkarî kes ji azadiya wê kirin” 14 sal cezayê girtîgehê tê xistin. Kurê apê Nîhat Aydemîr Mehmet Alî Aydemîr (32) di 18’ê tîrmehê de, têkildarî cînayeta Leyla Aydemîr bi sûcdariya “Bizenbûn kuştinê” hatibû girtin.
 
Doz wê sibe li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin û 7 kesên tên darizandin û kesên pirspor wê bên guhdarkirin.