Ji bo Fatmaya di 11 saliya xwe de hat qetilkirin serî li AÎHM'ê hat dayin

  • 09:28 18 Îlon 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Parêzerên Şaxa ÎHD'a Mêrdînê,  ji bo Fatma Erkan a 11 salî ku 22 sal berê li Midyadê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin di 2017'an de serî li AYM'ê dabûn. Piştî ku serîlêdana AYM'ê hat redkirin şûnde parêzeran serî li AÎHM'ê dan. 
 
Li Gundê Midyada Mêrdînê Fatma Erkan a 11 salî  di sala 1995'an de dema bi hevalên xwe re dilîst hat qetilkirin û "terorîst" hat îlankirin. Parêzerên Şaxa ÎHD'a Mêrdînê,  ji bo Fatma Erkan a 11 salî ku 22 sal berê li Midyadê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin di 2017'an de serî li AYM'ê dabûn. Piştî ku serîlêdana AYM'ê hat redkirin şûnde parêzeran serî li AÎHM'ê dan. 
 
Di 11 saliya xwe de weke "endama rêxistinê" hat îlankirin
 
Serdozgeriya Komarê ya Mîdyadê Fatma ya ku li ba wê du fer şimik û etegê li ser wê di hafizayan de cihê xwe girtibû wekî "endama rêxistinê" îlan kiribû. 
 
Parêzeran serî li AÎHM'ê dan
 
Parêzeran rojên borî bi daxwaznameya ji 60 rûpelî pêk tê serî li AÎHM'ê dan.