Doza Reyhan Temel di 20’ê îlonê de ye

  • 09:27 18 Îlon 2019
  • Hiqûq
SÊRT - Reyhan Temel a li Perwarî dijî, bi hinceta kurê wê Mehmet Zakîr Temel tevlî PKK’ê bûye di 17’ê Hezîranê de hat girtin û bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê wê de îdianame hat amadekirin. Îdianameya derbarê Reyhanê de hat amade kirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Sêrtê ve hat qebûlkirin û  20’ê îlonê de wê doza wê bê dîtin.
 
Reyhan Temel ya 56 salî ku li Perwarî ya Sêrtê dijî, bi hinceta kurê wê Mehmet Zakîr Temel tevlî PKK’ê bûye bi dehan carî polîsan bi ser mala wê de girt û zarokên wê hatin binçavkirin û tehdîdkirin. Keça wê Mizgîn Temel jî bi hinceta îfada şahidê veşarî hatibû binçavkirin û berdan. Mehmet Zakîr jî di êrîşa hewayî ya TSK’ê ya li hember Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû. Reyhan ji bo şîna kurê xwe deyne çû Edenê û piştî konê şînê hat qedexekirin şûnde di 17’ê hezîranê de vegeriya Perwariyê û der barê wê de bi hinceta biryara girtinê heye hatibû binçavkirin.
 
Li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê îfadeya Reyhanê hat girtin û tevî xwendin û nivîsandina wê tunebû jî pirsa ‘hesabê te yê çapemeniyê heye an na’ jê hat pirsîn. Piştî îfadeyê reyhanê sewqî dadgehê hat kirin û bi sûcdariya ‘alîkariya rêxistinê’ hat girtin.
 
Reyhan ji 17’ê Hezîranê de ye li girtîgeha Sêrtê girtî ye. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê îdia veguhert îdianameyê û hat diyarkirin ku Reyhan ‘endama rêxistinê ye’ û ev ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve jî hat qebûlkirin.
 
Doza Reyhanê wê di 20’ê îlonê de bê dîtin. Her wiha Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş girtina Reyhanê biribû meclîsê û pêşnûmepirs da wezîrê dadê Abdulhamît Gul û got gelo hun ji dosya Reyhan Temel agahdarin.