Reyhan Yalçindag: Di darizaninên ji nû ve de pîvanek bi dest nexistin

  • 09:25 17 Îlon 2019
  • Hiqûq
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku di pêkanîna biryara ‘darizandina ji nû ve’ ya DDB’ê der barê DGM’ê de daye, pîvanek nehatiye bidestxistin û got: “Em hîn bûn ku bi sedan endamên hîzbullah û damezerînerên wan hatine tahliyekirin. Ji serî de ji bo muvekîlên me yên ku mafên wan yên darizandina adîlane hatiye binpêkirin em têdikoşin. Binpêkirinên ku gelek aşkera ne, tên redkirin û ev jî nikare bê qebûlkirin.
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryar da ku darizandinên li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) hatine kirin, kesên sivîl ji aliyê heyeteke dadgerên leşkerî ve hatine darizandin û ev jî binpêkirina rêgeza darizandina adîlane ye. Piştî vê Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) jî heman biryar da û gelek girtî hatin berdan. Ji doza hîzbullahê bi sedan kes hatin berdan lê ji dozên din heman nêzîkatî nehat nîşandan. Parêzer Reyhan Yalçindag der barê kesên li DGM’ê hatine darizandin û pêvajoya nû nirxand.
 
‘Ji Hîzbûllahê bi sedan tahliye hene’
 
Reyhanê pêvajoya darizandina ji nû ve nirxand û got: “Li DGM’yên ku endamên leşkerî hebûn û wê demê beyî mudafî îfade dihatin girtin, di bin îşkence û binpêkirinên nebaş darizandin dihat kirin. Der barê vê de giliyên hatin kirin, bi qasî di girtekan de jî hatiye dîtin, di 90’î de rêgeza darizandina adîlane hatiye binpêkirin. Di navberê de gelek sal derbas bûn. Riya serlêdana şexsî li DDB’ê hat vekirin û girêdayê vê jî DMME’ê jî biryarên binpêkirinê dan. Piştî vê pêvajoya darizandin nû hat destpêkirin. Em hîn bûn ku bi sedan endamên hîzbullahê û damezerînerên rêxistinê hatine tahliyekirin. Ji bilî hizbûllahê jî em  dizanin ku 15 tahliyeyên din jî bûne.”
 
‘Dosya tên redkirin’
 
Reyhanê got muwekîlên wan yên di salên 90’î û serê sala 2000’î de hatine darizandin û ceza girtin hene û got: “Me serlêdanên der barê muvekîlên xwe de kirin. Muvekîlekî me bixwe serledan kir û DMME’ê biryara binpêkirinê da. Tevî vê Dadgeha Meletiyê darizandin ji nû ve red kir. Em daxwaz dikin ku ev mirovên 23,25 û 27 sale girtî ne bên berdan. Daxwazên me yên tahliyekirin û darizandina ji nû ve tên redkirin. Em dikarin bêjin ku pîvaneke nehatiye bidestxistin. Dosyayên wek vê bi heman rewşê re hatine rû hev. Dosya tên redkirin.”
 
Reyhanê bi lêv kir ku dema nû dest bi pîşeyê kiriye jî heman pêvajo hatiye jiyîn û got: “Piştî DGM hatin girtin dadgehên taybet bi rayeya taybet hatin avakirin. Niha jî çiqas bêjin Dadgehên Cezayên giran jî wek dadgehên îhtîsasê peywira wan heye. Ev nêzîkatiya durû di heman demê de bandorê li ser pergala înfazê jî dike. Yanî pêvajoya înfazê ya girtiyên edlî û siyasî cuda ye.”
 
‘Bila dawî li vê ferasetê bînin’
 
Reyhanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê daxwaza her kesî ya darizandina ji nûve bê qebûlkirin û got bendewarî û hewldana wan jî wê di vî alî de bidome.