Runiştina gumanbarê ku 50 zarok îstîsmar kir di 17’ê îlonê de tê dîtin

  • 09:39 15 Îlon 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Peywirdarê paqjiyê M.Ş.Y. ku li Dêrikê li dijî 50 xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’yî de diguherî êrîşa zayendî kir, runiştina biryarê ya doza wî di 17’ê îlonê de tê dîtin.
 
Li Dêrik a Mêrdînê di Adara 2017’an de peywirdarê paqjiyê yê dibistanê M.Ş.Y. ku li dijî 50 xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’an de êrîşa zayendî pêk anî hatibû girtin û doza wî di 17’ê îlonê de wê bê dîtin. Di runiştina dawî ya di  meha Gulanê de hat dîtin de ji sûcê ‘bi zanebûn êrîşa zayendî’ ceza jê re hatibû xwestin û di runiştina di meha hezîranê de hat dîtin de parêzerên gumanbar gotin kêmasiyên dosyayê hene û daxwaza dirêjkirina demê kiribûn.
 
Di her runiştinê de înkar kir
 
M.Ş.Y. di hemû runiştinand e îdia kir ku sûcê wî tune û daxwaza tahliyeyê kir. Parêzerên malbatan jî wiha gotin: “Îfadeyên zarokan dane cendermeyan rastin. Piştî wê îfadeyê du carên din jî îfade hat girtin.Ji ber zextên li ser malbatan ew îfade cuda hatin dayîn. Hîna îfadeyên çend malbatan nehatine girtin. Em dixwazin îfadeyên wan jî bê girtin. Li aliyê din jî psîkolojiya zarokan xera bûye. Vê bandor li dersên wan jî kiriye.”
 
Malbat bi dehan carî hatin tehdîdkirin
 
Di 17’ê îlonê de wê biryara dozê bê dayîn. Her wiha berê jî ji bo malbat giliyên xwe şûnde bikşînin bi dehan carî rastî tehîdan hatin. Malbatan li dadgehê îfade nedan. Dîsa keyayê gund ji ber xizmetkarê malbata M.Ş.Y. bû ji ber vê beriya doz dest pê bike çû serdana malbatên zarokan û hat gotin ku tehdîda ‘giliyê xwe şûnde bikşînin an jî wê xwîn birêje.’ kiriye.
 
Malban beriya runiştina wê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.