Rûniştina Çagla Demîrel hat taloqkirin

  • 10:14 13 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - 4'emîn rûniştina parlamentera berê ya HDP'ê Çagla Demirel a darizandina doza 5'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê do hat dîtin.
 
4'emîn rûniştina parlamentera berê ya HDP'ê Çagla Demirel a darizandina doza 5'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê do hat dîtin. Doza ku Çagla bi îdiaya "Endama rêxistinê","Propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin û ji bo wê 7 sal û 6 meh ceza dihat xwestin piştî ku li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê hat xerakirin şûnde 4'emîn rûniştina Çagla ya darizandina doza 5'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê do hat dîtin.
 
Çaglayê bi rêya SEGBÎS'ê ji 1'emîn  Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kocaeliyê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Çaglayê, Reyhan Yalçindag, Mesut Beştaş Şeyhmus Bayhan li rûniştinê amade bûn. Her wiha parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydeniz, Îmam Taşçier jî beşdarî rûniştinê bûn. 
 
'Ez jinek Kurd û siyasetmedar im'
 
Çaglayê xwe parast û got:"Mafê min ê parastinê tê astengkirin. Niha ez bi camekê re diaxivim û dengê we jî nabihîsim. Ez ê çawa bi vî awayî parastinek baş bikim. Ez nikarim bi parêzerê xwe jî hevdîtinê bikim. Şahidên ku hûn dibêjim ez dixwazim li dadgehê em bên rû hevdu. Beyanên wan derew e. Ez wekî nûnerek bajarê ku ji sedî 78 deng girtiye dixwazim biaxivim. Ez jinek Kurd û siyasetmedar im. Darizandinek adîlane li hemberî min nayê kirin."
 
Rûniştin hat taloqkirin
 
Parêzerên Çagla daxwaza tehliyekirina Çaglayê kirin. Rûniştin taloqî meha cotmehê hat kirin.