Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elmas hat birîn

  • 14:52 12 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - Yildiz Elmas a ku ji ber şahidê tune yê bi navê "Venus" û du şahidên cuda, hat girtin di 3'emîn rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Yildiz Elmas a 55 salî ku ji ber şahidê tune yê bi navê "Venus" û du şahidên cuda, di mijdara 2018'an de li Licêya Amedê, hat girtin di 3'emîn rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, bi hinceta "endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
'Îfade bi guman in'
 
Parêzerê Yildizê, Ozkan Avci diyar kir ku şahida bi navê Mihriban Yanit a ku îfade daye, di îfadeyên wê de bi gûmanê rast hatine. 
 
Li dijî daxwaza beraatê ceza!
 
Parêzerê Yildizê, Ozkan Avci li dijî mutaalayê parastin kir. Ozkan da zanîn ku cezakirina ku beyana Venus esas digire ne rast e. Her wiha Ozkan diyar kir ku gotinên şahidê bi navê Îhsan Koçeroglu jî tenê li ser pêhesiyê ye. Her wiha Ozkan diyar kir ku îfadeyên şahidan bi guman e û beraata Yildizê xwest. 
 
Piştî navberê dadgehê bi hinceta "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh ceza li Yildizê birî.