Rêveberên ÎHD û HDP'ê ku hatin binçavkirin hatin girtin

  • 12:20 31 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
QERS - Seroka ÎHD'ê ya Qersê  Guldana Kiliç û Rêvebera HDP'ê ya Navçeya Navend Nuriye Erkmen ku di 23'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin hatin girtin.
 
Li Qersê di 23'yê Tîrmehê de di encama serdegirtina malan de, di nav de Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Guldana Kiliç, Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Navedndê ya Qersê jî di nav  de 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji 12 kesên ku hatin binçavkirin şeş jê berî bi 4 rojan derxistin dadgehê û Adem Yildirim bi îdiaya "endamtiya rêxistin" hat gitin, kesên din jî hatin berdan. 
 
6 kesên mayî jî piştî îfadeya wan a li emniyetê derxistin dozgeriyê. 
 
Ji kesên ku derxistin dozgeriyê Guldana û Nuriyê bi daxwaza girtinê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê Hatin kirin. 
 
4 kesên mayî jî bi "Şertê kontrola edlî" serbest hatin berdan.