Ji bo gûmanbarê îstîsmara zayendî tahliye

  • 09:03 22 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li navçeya Baglar a Amedê mêrê bi navê Hatîp K. yê 72 salî li hember 4 zarokan êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anî û 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî biryara wî tahliye bike da.
 
Li navçeya Baglar a Amedê mêrê bi navê Hatîp K. yê 72 salî di 7’ê Adarê de 4 zarokên temenê wan di navbera 8 û 9 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn. Piştî mamosteyê rehberê bûyer fêr bû û agahî da malbatan, malbatan gilî kir û Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Di vê çarçoveya lêpirsînê de 3’emîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê îdianame amade kir û gumanbar ji sûcên ‘êrîşa zayendî ya li dijî zarokan’, ‘kes ji azadiya wan bêpar hiştiye’ di 12’ê Adarê de girt.
ÇÎM’ê îfadeya zarokan girt û diyar kir ku Hatîp K êrîşa zayendî li zarokan kiriye û her wiha ew tehîd kirine ku ji malbatê re nebêjin. Di îfadeyê de hat diyarkirin ku ku Hatîp K gotiye ew çûye hecê û wan zarokan  wek neviyên xwe dibîne.
 
Zarok hatin tehdîdkirin
 
Dadgehê di madeyên sewqê yên diyar kirin de da zanîn ku divê gumanbar cuda cuda bên cezakirin û biryar da ku bila ji bikaranîna mafên xwe yên diyarkirî bêpar bên hiştin.
 
Di runiştina yekem de biryara girtinê berdewam kir
 
Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina duyem hat dîtin. Di 22’ê Gulanê de di runiştina yekem de biryara girtina Hatîp K hatibû dayîn û di runiştina duyem de jî biryara berdewamkirina girtina wî hat dayîn.
Parêzerê Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî Turhan Bagriyanik daxwaz kir ku ew jî tevlî dozê bibin. Merciya îdiayê daxwaza tevlîbûna Turhan Bagriyanik qebûl kir.
 
Her wiha ji dozê malbatên din giliyê xwe şûnde kişandin û tenê malbatekê giliyê xwe şûnde nekişand. 
 
Parêzerê gumanbar îdia kir ku zarok xeyalan dibînin
 
Gumanbar Hatîp K jî ji bo xwe paqij bike, hemû îdia red kirin û daxwaza tahliyeya xwe kir.
Merciya îdiayê jî biryara tahliyeyê da û ji bo gumanbarê êrîşa zayendî biryara kontrola edlî da. Her wiha merciya îdiayê got  ku divê mamosteyê rehberê bi zor bê, wek şahid bê guhdarkirin û doz taloqî cotmehê hat kirin.