Kurê min di bin îşkenceyê de ye: Salek û 3 mehe di hucra yekkesî de tê girtin

  • 09:06 19 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Abdulkadîr Baybar yê ji doza Nisêbînê girtiye salek û 3 mehe li girtîgeha Osmaniyê di hucreyê de tê girtin. Dayika wî Resmiye Bayrbars bang li rêxistinên mafê mirovan û parêzeran kir û da zanîn ku kurê wê di bin îşkenceyê de ye, tu kes nabîne û divê demildest tiştek bê kirin.
 
Yek ji 53 girtiyên doza Nisêbînê Abdulkadîr Baybars ku li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê dimîne, salek û 3 mehe di hucra yek kesî de dimîne. Malbatê diyar kir ku hinceta xistina hucreyê jî nayê vegotin û got Abdulkadîr yê bi tena serê wî derdixin hewadankê bi kesî re jî naynin cem hev.
 
‘Tu agahî nadin’
 
Resmiye Baybars bi lêv kir kurê wê her tim di bin zextan de ye û wiha pê de çû: “Kurê min 4 sale girtiye. Sala borî di rûniştina meha Çile de parastina xwe ya ewil kir. Piştre ji koguşê girtin û birin hucra yek kesî. Salek û 3 mehe di hucrê de ye. Em nizanin çima li wir e. Ji me re yek hincetekê jî nabêjin. Sê mehe nikarim bi kurê xwe re biaxivim. Em nizanin çima cezayê ragihandinê jî danê. Ew jî nizane. Nahêlin bi kesekî re bê cem hev.”
 
‘Her roj îşkenceyê dibîne’
 
Resmiyeyê bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û parêzan kir û got wan serî li ÎHD’a Mêrdînê jî dane û wiha got: “Lê heta niha tu kes venegeriya. Kurê min wê hîna çiqas di hucrê de bimîne. Bila parêzer tiştekî bikin. Li wir her roj tê derbkirin. 140 rojî di grevê de ma lê nehat dermankirin. Niha nemaye ku çavekî xwe winda bike. Ji heman dozê 53 kes tên darizandin. Lê kurê min xistine hucreyê. Çima wisa dikin. Di odeyek tarî de jiyana xwe didomîne. Bila ji bo wî tiştek bê kirin.”