Li Muşê dadgehê 6 sal şûnde xwendekar bibîranî

  • 09:06 18 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
MUŞ - Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê 6 sal şûnde, xwendekarên ku mezûn bûne bibîr anî û ji 22 kesên li Zanîngeha Alparslan Mûşê xwendine û mezin bûne, der barê 16 hebî de ji ber faliyetên xwendekariyê biryara girtinê hat dayîn.
 
Der barê 22 xwendekarên Zanîngeha Alparslan a Muşê ya di navbera 2012-2015’an de xwendekar bûn ji ber bername û çalakiyên tevlî bûne bi îdiaya ‘propagandan rêxistinê kirin’, ‘endamê rêxistinê ne’, ‘rêxistin ava kirine û bi rê ve birine’ de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve piştî 6 salan şûnde di 2018’an de îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê ve hatiye amadekirin de di nav tiştên ku sûc hatine dîtin de ‘bîranîna komkujiya Halepçeyê, bîranîna sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, tevlîbûna bername Newrozê, protesetokirina komkujiya Roboskê û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya sala 2012’an’ hene.
 
Ji 22 kesên dihatin darizandin der barê 16 kesî de biryara girtinê hat derxistin û hat dîtin ku di nav van kesan de Garîpşah Yilmaz yê 56 salî jî heye.
 
Komeleyên bi destûra Walîtiyê hatine vekirin îlegal in
 
Di îdianameyê de komeleyên MEDDER, TUHADDER û TUAYDER’ê wek îlegal tên nîşandan. Lê ev komele hemû bi destûra Walîtiyê hatine avakirin. Di îdianameyê de ev nakokî mijara gotinê ye.
 
Di îdianameyê de tê îdiakirin ku der barê 22 kesî de şopandina teknîk û fîzîkî hatiye kirin û der barê her yekê de cuda cuda nameya îxbarê hatiye. Bi taybet di nameyên îxbar û îfadeyên şahidên veşarî yên bi navê ‘Esmeray05’ û ‘Çinar 02’ hema hem ali ser hemû kesî îfade dane û kesên di bernameyan de cih negirtine de jî îfade dane.
 
Di rûniştina yekem de girtin
 
Di 12’ê Tîrmehê de rûniştina yekem hat dîtin û Mehmet Maşuk Aksoy û Emrah Yavuz, parêzerên wan tevlî bûn. Zekeriya Tan ji duyemîn dadgeha cezaya giran a Colemêrgê bi SEGBÎS’ê tevlî bû. Bariş Elbîr, Muslîm Sîrî, Salîh Alpfîdan ji Dadgeha Cezaya Giran a Pirsûsê bi SEGBÎS’ê tevlî bûn. Serkan Ogur ji Yekemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Nisêbînê bi SEGBÎS’ê tevlî bû. Azad Oral jî ji 10’emîn Dadgeha Cezay a Giran a Amedê tevlî bû.
 
Azad Oral, Zeynep Yarar Peker, Buşra Boz, Diyar Kaya, Emîne Umar, Sirri Sever, Engîn Çetîn, Mehmet Nuyan, Sedrettîn Daniş, Serkan Ogur, Zekeriya Tan, Fuat Yaman, Bariş Elbîr, Salîh Alpfîdan û Mehmet Maşuk Aksoy, Azad Oral li salona Dozgeriya Amedê bi SEGBÎS’ê amade bûn.
 
Rûniştin bi xwendina girtekan dest pê kir. Xwendekarên tevlî rûniştinê bûn sûcê li ser wan hatiye kirin qebûl nekirin û berata xwe xwestin. Piştî guhdarkirina şahidan, merciya dadgehê mutala xwe pêşniyar kir. Parêzeran diyar kirin ku ew îştîrakê mutalayê nakin.
 
Dadgehê der barê Buşra Boz, Diyar Kaya, Emrah Yavuz, Emîne Umar, Garîpşah Yilmaz, Mehmet Nuyan, Mehmet Maşuk Aksoy, Serettîn Daniş, Salîh Alpfîdan, Serkan Ogur, Sirri Sever, Zekeriya Tan û Zeynpe Yarar Peker de ji sûcê ‘endamê rêxistina çekdarî de’ biryara girtinê da.