‘Dê di derbarê pisporê ATK’ê de lêpirsin bidin destpêkirin'

  • 09:14 17 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
ENQERE- Parêzer Umur Yildirim diyar kir ku dozger emareyên dosyayê dereng şandina Saziya Tipa Edlî, ji ber vê jî dozger guheriye û binpêkirin hene û wiha got: “Di rûniştina yekem de pisporê ATK’ê Mehmet Nurî Aydin mutalaya ‘wê saetê çi karê wê li wir hebû’ amade kiriye. Piştî vê derbarê mutalayê de Odeya Tabîban a Enqereyê ji bo Mehmet Nurî Aydin ji pîşeyê bê menkirin, lêpirsîn dane destpêkirin.”
 
Şule Çet ji aliyê Berk Akand û Çagatay Aksu ve rastî tecawizê hatibû û ji katê 20’an a plazayê hat avêtin û qetilkirin. Runiştina wê ya 3’emîn hat dîtin. Doza Şuleyê ji nûve vegeriya destpêkê, li aliyê din jî dozgerê dosya Şuleyê guherî û parêzerên gumanbaran qeyda deng a parêzerên Şule Çet girtine. Parêzerên dosya Şuleyê Umur Yildirim der barê dosyayê de axivî. 
 
Parêzer Umur Yildirim da zanîn ku çend roj piştî rûniştinê dozgerê dosyayê guheriye û got dozgerê dosyayê ji ber emareyên dosyayê dereng şandiye saziya tipa edlî dozger guheriye û wiha pê de çû: “Ji bilî vê binpêkirin jî hebûn. Ev jî bûn sedema ku ev dosya bê vir. Dosya Şuleyê dosyayek aşkera ye. Tevî hemû delîl hene jî gumanbar hîna li pey reşkirina delîlan e. Di rûniştina dawî de me got Berk Akand telefona şaş daye û hewl daye delîlan reş bike. Lê tu bersiv nedan.”
 
‘Parêzerên gumanbar mutala ne ecibandin’
 
Umur destnîşan kir ku di rûniştinê de gumanbar Çagatay Aksu gotinên ‘senaryoyên baş amade kirine’ aniye ziman û got wan jî li hember van gotinan gotina ‘senaryoya herî baş gumanbaran nivîsiye û ev tişt anî ziman: “Ji bilî pisporên ATK’ê ku heyeta dadgehê şandine, me jî pisporên ATK’ê bir cihê bûyerê. Me xoveyê mutala da di rûniştinê de amade kir û ji bo bersivê bide pirsên parêzerên gumanbar û mudafiyan. Me di tu nokteyê de kêmasî nehişt. Parêzerên gumanbaran pirs pirsîn. Yên ewil mutala dan parêzerên gumanbaran bûn. Ya mutala amade kiribû Mehmet Nurî Aydin got ‘di wê saetê de çi karê wî hebû’. Tevî vê mutala ne ecibandin. Piştî vê derbarê mutalayê de Odeya Tabîban a Enqereyê ji bo Mehmet Nurî Aydin ji pîşeyê bê menkirin, lêpirsîn dane destpêkirin. Kengê rewşa Mehmet Nurî zelal bibe em ê bi rayagiştî re parve bikin.”