Cezayê li Helîn Oncu hat birîn, birin dadgeha îstînafê

  • 09:09 14 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Helîn Oncu ku di dema qedexeyên derketina derve de birîndar bû û piştre hat dermankirin, piştî dermankirinê ji sûcê ‘yekitiya welat xera kiriye’ lêpirsîn hat vekirin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Parêzerên wê biryara ceza birin dadgeha îstînafê.
 
Helîn Oncu ya li Cizîra Şirnexê di qedexeya derketina derve de li taxa Sûrê asê ma û birîndar bû, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê wê de biryara tedbîrê da û piştî ji taxê hat derxistin, cezayê muebeta giran lê hat birîn û hat girtin. 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê di çarçoveya xala 302’emîn a TCK’ê de ceza girt. Parêzerên Helînê serî li îstînafê dan.
 
Bi biryara tedbîra DMME’ê hatibû dermankirin
 
Helîn di 20’ê çileyê 2016’an de li taxa Cudî di pevçûna derket de ji sînga xwe birîndar bû û ji ber destûr nedan bibin nexweşxanê, DMME’ê der barê wê de biryara tedbîrê da û li ser vê Helîn bi ambulansê ji taxê girtin û birin nexweşxanê. Roja ji nexweşxanê hat derxistin jî hat binçavkirin û lêpirsîn der barê wê de hat destpêkirin. Piştî îdianameya hat amadekirin jî doz lê hat vekirin û di runiştina 5’emîn de heyeta dadgehê cezayê muebetê li Helînê birî.
 
Parêzeran serî li îstînafê dan
 
Du roj piştî cezayê hat dayîn, ji dosyayê biryara bi hincet derket û hebûna Helînê ya li taxê, îfadeya şahidên veşarî, cilên li ser wê û madeya elementê ya antîmon li ser cihan hatiye, wek delîl hat nîşandan. Parêzerên Helînê piştî ceza hatiye birîn, serî li îstînafê dan.