Doza hevserokên HDP û DBP’ê hat taloqkirin

  • 16:39 9 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di derbarê Hevserokên HDP û DBP’ê yên Cizîrê de doz hatibû vekirin. Doza ku hatibû vekirin hat taloqkirin.
 
Zulkuf Gezen ê ku ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû di derdabarê wî de daxûyaniya ku hatibû dayîn, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Guler Tunç û Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Selahattîn Kolanç jî tevlî bûbûn. Di derbarê Guler û Selahattîn de bi îdîaya “Sûc û pesindayina sûcdar” doza ku hatibû vekirin yekemîn rûniştina dozê îro li Dadgeha Cezayê Esliye ya 1’emîn a Cizîrê hat dîtin.   
 
Doz hat taloqkirin
 
Doza ku bi tespît kirina nasnameya dest pê kir Guler û Selahattîn amade bûn. Piştî ku îdîaname hat xwendin Guler û Selahattîn parastina xwe kirin, îdîayan qebûl nekirin û biryara beraata xwe xwestin. Heyeta dadgehê piştî parastinên ku hatin kirin doz tarloqî 7’ê Mijdarê kir.