‘Îtirafa gumanbar delîl nehat hesibandin’

  • 09:16 8 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li Şemrexê li Ergun Adsay ê ku 3 xwişkê hev, 4 zarok du salan bi îstîmara zayendî û îşkenceyê lê rû bi rû hişt, 50 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê ceza xera kir, ewil tahliye da û piştre jî biryara beratê da.
 
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê mêrê bi navê Ergun Adsay ê 23 salî ku 4 zarok jê 3 heb xwişkên wî bûn li hember wan 2 salan îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî û ew jî ket lîsteya mêrên ku ji aliyê darazê ve bê ceza hiştin. Di 2017’an de ji 3 xwişkan yekê di dersa otobiyografiya ‘Ji min xwe vebêje’ de bûyer vegotibû. Zarokê di otobiyografiya xwe de îfadeyên ‘Ez li malê xwe ditirsim bi birayê xwe re tenê bimînim.Ez ji we re tiştên ku birayê min dikin vedibêjim lê hûn ji kesî re nebêjin’ bi kar anî.
 
Rêveberiya dibistanê piştî vê serî li merciyên edlî dan û zarokan ligel kesên dizane û psîkologan îfade dan. Piştî îfadeya zarokan derket holê ku Ergun Adsay 3 xwişkên xwe û zarokek din a xwendekara lîseyê di navbera 2015-2017’an de îstîsmar kiriye û îşkence li wan kiriye.
 
Dadgeha herêmî 50 sal ceza da
 
Ergun Adsay di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de ji sûcên ‘îstîsmarakirina zarokan’, ‘bi tehdîd û xîleyê kes ji azadiya wan bêpar kirin’ hat girtin. Di rûniştina biryarê ya cotmeha 2018’an de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de 50 sal ceza hat birîn.
 
Ji îstînafê ewil tahliye piştre berat
 
Parêzerên gumanbar îtîrazê biryarê kirin û doz birin Dadgeha Edliyaya Herêma Dîlokê û dadgehê di 13’ê Adarê de bersiv da îtîrazê. 
 
Îstînafê cezayê dadgeha herêmê dabû xera kir û ewil tahliye piştre jî biryara beratê da.
 
17’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî a Dîlokê di hinceta biryara xwe de, îfadeya gumanbar a ewil dabû û sûcê xwe qebûl kiribû, ji bo delîl têr nedît. Tevî gumanbar qebûl kir ku tecawizê sê xwişkên xwe û xwendekara lîseyê M kiriye jî, îstînafê diyar kir ku gumanbar piştre îfadeya xwe guhertiye. Îstînafê biryar xera kir û biryara beratê da.
 
‘Bi sê xwişkên xwe re li heman malê dijî’
 
Ergun piştî biryarê ji girtîgehê derket û niha bi sê xwişkên xwe yên îstîsmar kiriye re li heman malê dijî. Me xwe gîhand cîranên wan yên li taxa Gundogdu. K.S diyar kir ku piştî bûyerê malbat tu mîvanî qebûl nakin û wiha got: “Her kes her tiştî dizane lê kes mudaxale nake. Deriyên xwe ji kesî re venakin. Ergun beriya bê girtin tiryakê hişbirê bû. Niha bi roj jî dernakeve derve. Em keçikan jî li derve nabînin. Ne malbat ne yên din zêde ji hundir dernakevin. Mîvanan qebûl nakin. Kes naçe mala wan.”
 
Hat hîn ku parêzerên muştekiyan wê biryarê bibin temyîzê.