Ji îstînafê biryarek mînak: Girtiya doza Nisêbînê dê ji nû ve bê darizandin

  • 09:08 4 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Jiyan Ay, li Nisêbînê di dema qedexeyê de hat binçavkirin û girtin, der barê wê de bi sûcdariya ‘Beyî destûr madeya bi xeter li ser xwe hiştin û dest guherin’ 13 sal û 4 meh ceza hatibû birîn û ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve ev li dijî hiqûqî hat dîtin û biryar da ku ji nûve bê darizandin.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera salên 2015 û 2016’an de qedexeyên derketina derve 5 caran hatibûn îlankirin û di vê pêvajoyê de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û girtin. Der barê wan de ji 19 sûcan 76 caran cezayê muebeta girankirî hat xwendin û der barê girtiyan de ji sûcên cuda jî lêpirsîn hat vekirin.
 
Yek ji girtiyên ku rastî cezayê muebeta girankirî hat Jiyan Ay bû. Cezayê wê ji aliyê Dadgeriya Bilind ve hat erêkirin û ji dosyayek din jî ji sûcê TCK 174 ‘Madeya bi xeter beyî destur li ser xwe hiştin û dest guherin’ hat vekirin. Der barê wê de îdianame hat amadekirin û hat gotin ku li taxa Abdulkadîrpaşa li kaxizeke hatiye dîtin û li ser şopa 5 tiliyên destê çepê hatiye dîtin û di kaxizê de tê gotin ku ji bo mayînên nû amade karî heye. Ji vî sûcî der barê wê de 13 sal û 4 meh ceza hat birîn. Parêzeran îtîrazê biryarê kirin û doz birin Dadgeha Îstînafê. Dadgeha îstînafê jî ev biryar li ‘dij hiqûqê’ dît û biryar xera kir û biryar da ku ji nûve bê darizandin.
 
Dadgehê her wiha destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn li dij hiqûqê ye û divê Jiyan Ay ya ji vî sûcdariyê girtiye bê beratkirin. Piştî biryara hat xerakirin şûnde runiştina ewil li Dadgeha îstînava Herêmê ya Dîlokê hat dîtin û biryar hat dayîn ku doz ji nûve li 2’emîn Dadgeha Cezaya Mêrdînê bê dîtin û dosya şandin Mêrdînê.