Dadgeha Îstînafê êrîşkarê ku 50 sal ceza girt tahliye kir

  • 13:41 3 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
Medîne Mamedoglu
 
MARDÎN - Di doza ku Ergun Adsay yê ku 3 jê xuşkên wî 4 zarok bi êrîşa zayendî re û bi îşkenceyê re rûbirû hiştin jê dihat darizandin de ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve 50 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn, lê Dadgeha Îstînfafê ceza xira kir û Ergun Adsay jî tehliye kir. 
 
Li gel ku li Tirkiyeyê êrîşa zayendî tundî û zext zêde dibin, helwesta darazê ya li dijî van bûyeran jî tê niqaşkirin. Ev bûyerên ku diqewimin ji aliyê darazê ve yan bê ceza tên hiştin an jî bi cezayekî kêm ku tê dayîn tên cezakirin. Ji van bûyeran yek jê jî li Şemraxa Mêrdînê hat jiyîn. Mêrê bi navê Ergun Adsay (23), 3 jê xwişkên wî çar zarok 4 salan bi êrîşa zayendî re rûbirû
 hiştine.  Êrîşa zayendî bi kompozîsyoneke ku ji aliyê zaroka bi êrîşê re rûbirû maye hat nivîsandin derket holê. Piştî bûyer derket holê Ergun Adsay ê êrîşkar hat girtin û Şandin  Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa yê. 
 
Bûyer bi kompozîsyona hat nivîsan din re aşkera bû
 
Êrîş di meha Mijdara 2017'an de bi kompozîsyona ku zarokê di dersa otobiyografyayê ya bi sernavê "Ji min re bahsa xwe bike", "Buyera ku herî zêde bandor li ser te kiriye tu dikarî bi min re parve bikî ?" ku zarokê li ser kaxizê nivîsî derket holê .Zarokê li kaxiza ku ji aliyê mamoste ve jê re hat dayîn ev tişt nivîsiye; "Ez dema li malê li gel birayê xwe dimînim ditirsim. Ji ber ku...Ez ê ji we re bahsa birayê xwe bikim lê ji kesekî re nebêjin."  Piştî wê kompozîsyonê rêveberiya dibistanê ji saziyên edlî re mijar ragihand û li gel mirovên zana û psîkolok îfadeya zarokan hat girtin. 
 
Li ser îfadeya zarokê derket holê ku Ergun Adsay du xwişkên xwe û xwenedkareke lîseyê di navabera salê 2015 -2017'an de bi êrîşa zayendî ya sîstematîk re û bi îşkenceyê re rûbirû hiştiye. 
 
Piştî ku êrîşa zayendî derket holê Ergun Adsay, ji ber sucê, "êrîşa zayendî ku li hember zarokan pêk aniye", "bi tehdîdê û kes ji azadiya wan mahrûm kiriye" hat girtin û şandin girtîgehê. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de derbarê Ergul Adsay de ji heman sûcan doz hat vekirin. 
 
'Wê zerarê bidin malata min'
 
Piştre îfadeya hersê zarokên din ku bi êrîşê re rûbirû hatin hiştin jî di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê ve hat vekirin hat girtin. Ji van zarokan yekê jê diyar kir ku êrîşa zayendî li hemberî wê ji pola 3 ya dibistana seretayî de hatiye destpêkirin û heta pola 8'an berdewam kiriye. Zarokê anî ziman ku di wê demê de ew bi tundiyê re jî rûbirû hatiye hiştin herdu xwişkên wê yên din jî ku bi êrîşê re rûbirû man jî bûne şahidê bûyerê, lê nikaribûne tiştekî bikin.  Piştî îfadeya sê xuşkan hat girtin, zaroka din ku ji aliyê Ergun Adsay ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma jî îfadeya wê hat  gitin. Zarokê di îfaeya xwe de diyar kir ku ew ji aliyê Engîn Adsay ve bi çekê hatiye tehdîtkirin, bi îşkenceya fîzîkî û zayendî re rûbirû maye û li ser bedena wê jî şopên îşkenceyê hene. Li gorî vê îfadeyê zarokê diyar kiriye ku ew ji Engun Adsay û ji malbata wî ditirse û ji ber wê jî wê bûyer ji merciyên edlî re ragngihandiye. Zarok radigihîne ku vê îşkenceyê di navbera salê n 2015 û 2017'an de berdewam kiriye. Zarok di berdewamiya îfadeya xwe de wiha dibêje: "Wê malbata wî min bikuje ji ber wê naxwazim gilî bikim. Dikarin min bikûjin. Ji ber ku her tişt ji wan tê.  Wê zerarê bidin malabta min jî."
 
Rapora ATK'ê
 
Hem li Amedê û hem jî li Mêrdînê li Saziya Tipa Edlî (ATK) di raporên ku hatin bidestxistin de êrîşa zayendî hat piştrastkirin. 
 
Girtekên Îfadeya Zarokan û ya Engun Adsay, rapora piştî muayenekirina zarokan, qeydên nifûsê û yên sîcîla Edlî jî tevli dosyaya lêpirsînê hatin kirin. 
 
Ji bo ku îfadeya zarokên xwe paşve bigirin malbatan parêzer girt
 
Piştî îdianameya ku hat qebûlkirin, doz hat destpêkirin. Piştî ku doz hat destpêkirin malbatan ji bo ku îfaeyên zarokên paşve bikişînin parêzer girtin û zarok jî ji ber ku ji malbata xwe tirsiyan xwestin ku îfadeyên dane paşve bikişînin. 
 
Di 23'yê Cotmeha 2018'an de doza biryarê ya derbarê Engîn Adsay de bi sucdariya, "Êrîşa zayendî li dijî zarokan pêk aniye, "Tehdît kiriye û bi derewên ku kirine eziyet li zarokan kiriye û ew tehdît kirine" hat dîtin. Heyeta dadgehê, bi giştî derbarê Ergun Adsay de 50 sal cezayê girtîgehê birî û xwest ku di girtîgehê de bimîne.
 
Dadgeha Îstînafê Ceza xira kir!
 
Piştî cezayê 50 sal ku ji Ergun Adsay re hat dayîn doz şandin Dadgeha Îstînafê. Di daneşîna ku li Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê hat dîtin de. Cezayê 50 sal ê girtîgehê  ku ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdîne ve ji Ergun Adsay re hat dayîn hat xirakirin û bersûc hat tehliyekirin.  
 
Ergun Adsay ê ku hat tehliyekirin bi zarokan re li heman malê ye
 
Piştî biryara ku hat dayîn Ergun Adsay ê ku hat tehliyekirin çû mala xwe ya li Şemrexê, qubeta zarokên mexdûr jî nayê zanîn û hat aşkerakirin ku niştecihên navçeyê jî bertek nîşanî Ergun Adsay dane û xwestine mudaxele li malbatê bikin. Herwiha hat îdakirin ku dayik û bavê 3 xuşkên hev jî ji wan re gotine; "Ger hûn baş bûna birayê we ev tişt bi we nedikir."