Dîlara Kunîlî 16 sal û 8 meh ceza girt

  • 12:31 3 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
BÛRSA - Dîlara Kunîlî, bi îdîaya bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir kuşt, dadgehê cezayê 16 sal û 8 meh li Dîlarayê birî.  
 
Li navçeya Mûstafa Kemal Paşa ya Bûrsayê, Dîlara Kunîlî bi îdîaya bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir kuşt hat girtin û girtî dihat darizandin. Danişan biryarê ya doza darizandina Dîlara Kunîlî li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê hat dîtin.
 
Dilara Kunîlî ji Girtîgeha Jinan a Yenîşehîrê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dayik Gulçîn Kunîlî ya ne girtî dihat darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û parêzerên du aliyan beşdarî danişînê bûn. Dîlan Konîlî, di parastina kir de, da zanîn ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike. 
 
Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, ji ber sûcdariya “Xizmên xwe kuştin” ceza muebbeta giran da Dîlara Kunîlî. Dadgehê dûre, dibin tehrîkê de sûckirin qebûl kir û li gorî pêkanîna “Daxistina rewşa baş” cezayê muebat giran kir 16 sal û 8 meh. 
 
Dadgehê ji bo dayika Dîlara Gulçîn Kunîlî jî, biryara beraetê da.