Di doza Ozgur Gundem de dozger dem xwest

  • 11:28 3 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Di rûniştina doza Ozgur Gundemê ku ku nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay û parêzer Eren Keskîn têde tên darizandin, dozger ji bo mutalaa xwe ya derbarê esasê de amade bike, daxwaza demê kir.
 
13'emîn rûniştina doza 9 endamên Lîjneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay û parêzer Eren Keskîn jî di nav wan de hene, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Hevgerînendaya Giştî ya Weşanê ya rojnameyê Parêzer Eren Keskîn û Endama Lîjneya Weşanê Nivîskar Necmiye Alpay û parêzerên dozê jî li rûniştinê amade bûn. Parêzer Erdal Dogan di rûniştinê de mafê axaftinê girt û anî ziman ku doz gelek dirêj bûye û berata herkesî xwest. Dogan diyar kir ku bi dozê azadiya nêrîn û ramanê tê darizandin. 
 
Paşê dozgerê dozê, çarçoveya dosyayê li ber çav girt û ji bo mutalaa xwe ya derbarê esasê de amade bike, daxwaza demê kir.
 
Li ser daxwaza dozger, heyeta dadgehê ji bo amadekirina mutalaaya derbarê esasê de biryar da ku dem jê dozger re bê dayîn û rûniştinê taloqî 28'ê mijdara 2019'an kir.