‘Em ewil wekheviya jin û mêr pêk bînin piştre biaxivin’

  • 09:19 3 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE- Fatma Bostan Unsal ku piştgirî da kampanyaya Platforma Mafê Nefeqa Jinan diyar kir ku pêşniyara ji bo guherîna nefeqeyê birine meclîsê ne rasteqîn e û got AKP’ê baskê ku lê siwar dibe nabire. Berna Laçîn jî destnîşan kir ku ger li welat wekheviya jin û mêr pêk hat, wê demê dikare sererastkirinên der barê şertên nefeqeyê de bê axaftin.
 
100 jinên naskirî yên ji qadên xebatê yên cuda tên nasîn, di 12’ê Hezîranê de der barê metna nefeqeyê de metnek weşandin.Yên metin îmze kirine, diyar kirin ku divê xwedî li vê kampanyaya ku Platforma Mafê Nefeqa Jinan daye destpêkirin bê derketin. Di 10 rojan de îmze gihaştin 10 hezarî û piştgirî jî didomin.
 
Yek ji jinên piştgirî dan kampanyayê Berna Laçîn û yek ji damezerînerên berê ya AKP’ê Fatma Bostan Unsal der barê nefeqeyê de nirxandin kirin.
 
‘Jin îtirazî sînorkirina maf dikin’
 
Fatmayê got li Tirkiyeyê di mijara perwerde û îstîhdamê de wekheviya jin û mêr tune ye û wiha got: “Me ji bo parastina mafê jinê yê nefeqayê kampanyayek wisa me da destpêkirin û hat rojevê ku di qanûnê de wê guherîn bên kirin.”
 
Fatmayê balkişand ser metna kampanyayê û got: “Ev metin bi nêzîkatiyek rastîn hat amadekirin. Jinên xwedî îdeolojiyên cuda û xwedî terza jiyanên cuda hatin cem hev. Ev gelek girîng e. Ji bo mafê nefeqeyê wê di rojên borî de dengê jinan zêdetir derkeve. Ji ber tevlîbûna jinan a jiyana kar kêm e, ketina qada jiyana kar a jinan zehmet e, ev pêşniyara guherînê ne rasteqîne.”
 
‘Li Tirkiyeyê navê jinê tune ye’
 
Berna Laçîn jî daxuyakirin ku li Tirkiyeyê newekheviya jin û mêran gelek zêde ye û got bidawîkirina mafê nefeqeyê ya hatiye qezenckirin, neheqiyeke mezin e û ev tişt bi lêv kir: “Rewşa karaset a îstîhdama jinê li holê ye. Mixabin li welatê me navê jinê jî tune. Li welatê me ger ku wekheviya mêr û jin pêk hat, wê demê dikare şert û mercên der barê sererastkirina nefeqeyê de bên axaftin. Mafê xwendinê ya zarokên keç ji destê wan tê girtin û di temenê biçûk de tên zewicandin. Divê ewil em jin û mêr bikin wek hevdu.”