Li Mêrdînê gumanbarê îstîsmarê hat tahliyekirin

  • 09:13 29 Hezîran 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Şemrex a Mêrdînê Alî Suer yê li hemberî dotmama xwe îstîsmara zayendî pêk anî, tevî hemû raporan ji doza ku ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ dihat darizandin hat tahliyekirin. Gumanbar bi mexdûr re li heman kolanê jî dijî. 
 
Li Şemrex a Mêrdînê zaroko 15 salî ji aliyê pismamê xwe Alî Suer yê 36 salî ve di navbera salên 2013 û 2015’an de rastî îstîsmara zayendî hat û li yurda dima de piştî nameya hişt winda bû, di encama lêgerîna malbatê de hat dîtin û bûyera îstîsmarê jî di gulana 2018’an de derket holê. 
 
Di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de gumanbar Alî Suer ji sûcê ‘îstîsmara zayenî ya zarokê’ hat girtin û piştî 5 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Derket holê ku îstîsmara zayendî hêj di 10 salî de de destpêkiri ye û heta 15 salî bi tehdîdê zarok hatiye bêdeng kirin. 
 
Ji aliyê pisporan ve îstîsmara zayendî hat piştrastkirin û di rapora ji Saziya Tipa Edlî ve hatiye şandin de jî ev îfade cih girtin: “Di rapora nirxandinê ya Midûriyeta Piştgiriya Zarokan a Mêrdînê şandiye de hatiye dîtin ku zarok rastî îstîsmara zayendî ya pismamê bavê xwe Alî Suer hatiye.”
 
Piştî îfadeyên hatin girtin, ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ îdianame hat amadekirin û runiştin di rojên borî de li yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hatiye dîtin û gumanbar piştî girtina 5 mehan hat berdan. Gumanbar her wiha bi zarokê re li heman kolanê rûdine û rûniştina biryarê jî dê di 2’ê cotmehê de bê dîtin.