Reyhan Yalçindag:Ger pakêtek bê aşkerakirin divê ewil qanûn bê avakirin

  • 09:19 28 Hezîran 2019
  • Hiqûq
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, Belgeya Stratejiya Reforma Darazê wek ‘îtîrafname’ nirxand û got di metnê de tu tiştekî şênber, tu îbareyeke ku dilê hiqûqnasan rehet dike tune ye. Reyhanê got;" Hûn bi dehezaran siyasetmedarên Kurd yên li girtîgehan dixin ku derê vê gûherîna qanûnî?”
 
Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 30’ê Gulanê de Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ji rayagiştî re aşkera kir û nîqaşên der barê vê de jî di rojevê de cihê xwe diparêze. Parêzer, parêzvana mafê mirovan Reyhan Yalçindag Baydemîr Reforma Darazê nirxand.
 
Reyhanê bi lêv kir ku hikûmet neçarî ku pakêtek darazê amade bike û aşkera bike, maye. Reyhanê di berdewamiyê de anî ziman ku belge îtîrafa ku daraz hatiye asteke krîtîk e û wiha pê de çû: “Belgeya hatiye aşkerekirin ‘îtîrafname ye’. Îtîrafa ku êdî mudaxaleyên bêperwa yên li hemberî maf û azadiyan, zêde nikare berdewam bike ye. Civak hatiye asta ku nikare bîhna xwe bigire. Em bi rastiyeke daraza ne serbixwe û ne bêalî re rû bi rû ne.”
 
‘Ger pakêtek tê aşkerakirin divê ewil qanûn bê avakirin’
 
Reyhanê destnîşan kir ku ew wek parêzereke 23 salan, di vê metnê de tu tiştekî şênber nabîne û tu îbareyeke ku dilê hiqûqnasan rehet dike nabîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Metin bê dil hatiye aşkerakirin, bi sozan hatiye hûnandin.  Hiqûq ne tiştekî wisa ye. Ger pakêtek tê aşkerakirin, divê ewil qanûn bê avakirin. Bi biryarnameyên serokomar qanûn nayên avakirin. Em bi rastiya civakeke ku bê bîhn maye re hatine rû hev. Yên cuda difikirin, bi sûcên heqeret li serokomar li hikûmetê kiriye tên girtin. Bi rehetî ji propagandayê tên darizandin. Bi hezaran kes ji ber sûcên tune tên mexdûrkirin. Ev pakêt, makyaja paşerojê û kavila îro ye.”
 
‘Bi îşkenceyê sînor neman, di heman demê de nîşanê civakê dan’
 
Reyhanê balkişand ser îfadeya Tayyîp Erdogan ya weke ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans wê ji vir şûnde jî bidome’ û got: “Dema ew hevok dihatin ziman, li Xelfetiyê hovîtiyek û sûcê mirovahiyê hat jiyîn. Me bi hev re ev dît. Bi îşkencekirina li wan mirovan sînor neman, di heman demê de nîşanî civakê dan. Xwestin peyamê bidin civakê. Me ev cureyê îşkenceyê di salên 90’î de dît. Yanî vegeriyane salên 90’î. Ev sûc e. Dema mirov rastî îşkenceyan tên ew dibêjin ‘ji îşkenceyê re sifir toleras’. Gelo Xelfetî ku der e? Girêdayê ku derê ye?”
 
Reyhanê bi lêv kir ku gotina ‘em ê êdî girtinan biguherin îstîsnayan’ û got ev gotin bi serbilindî tê bikaranîn. Reyhanê destnîşan kir ku girtin ji xwe neçare bibe îstîsna.
 
Reyhanê îbareyên ku perwerdeya hiqûqê derxistine 5 salan û dayîna pasaporta kesk ji bo parêzeran jî nirxand û wiha got: “Pirsgirêkên di qada hiqûqê de bi paraporta kes û derxistina perwerdehiya hiqûqê ya 5 salan çareser nabin. Li vî welatî gelek hiqûqnas, profesor, akademîsyenên hatine îxrackirin ji fakulteya 4 salan mezun bûne. Mijar, mijara ku îro kî dersê wê bide xwendekarên hiqûqê ye. Nêzî 6 hezar mamoste ji pîşeyê hatin îxrackirin. Fakulteyên herî baş felç kirin. Ji ber vê hûn perwerdeyê derxin wê 5 salan jî wê çi bibe.”