Gumanbarê ensestê û zaroka mexdûr li heman salona rûniştinê îfade dan!

  • 09:14 28 Hezîran 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Zaroka li Mêrdînê rastî îstîsmara zayendî ya nav malbatê hat. Ne parêzeran, ne derûnassên pispor li salona dadgehê mudaxaleyî pirsên serokê dadgehê yên îstîsmar rewa dikir, nekirin.
 
Li Mêrdînê di navbera salên 2014 û 2018’an de mêrê bi navê S.A (21) li hember xwişka xwe îstîsmara zayendî pêk anî. Zarokê piştî du salan rewş ji malbata xwe re vegot û serlêdana sûc kir. Zarok ligel pisporan îfadeya wê hat girtin û piştî îdinameya hat amadekirin rûniştina yekem di 25’ê Hezîranê de hat dîtin.
 
Zarok bêdeng nema gilî kir
 
Hat hînbûn ku zarok ligel ensestê rastî şîdeta fîzîkî jî hatiye û piştî gotiye wê ji malbatê re bêje gumanbar ew tehdîd kiriye. Piştî zarokê bûyer ji kesekî ji mal xwe re got, gumanbar S.A ji malê reviya. Malbatê bûyer bir qerekolê û gilî kir, S.A li cihê xwe veşartibû hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê.
 
Gumanbar û zarokê di heman salonê de îfade da
 
Piştî îdianame hat amadekirin rûniştina yekem di 25’ê hezîranê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê ji girtîgehê tevlî rûniştinê bû, zarok jî bi dayika xwe re hat salona rûniştinê. Zarok ligel psîkologa pispor di rûniştinê de cih girt û dema gumanbar jî îfade da zarok li salonê bû. Gumanbar îfadeyên îstîsmarê qebûl kir, îdiayên derbkirinê jî qebûl kir. Gumanbar hemû sûcdarî qebûl kir û di dawiya îfadeya xwe de tahliye û berat xwest.
 
‘Organa zayendî temasî te kir?’
 
Piştî îfadeya gumanbar, îfadeya zarokê ya li salonê bû ji ber di bin temenê 18’yî de bû bi vîdeoyê hat girtin. Tevî ligel wê psikologa pispor hebû û divê pirs psîkolog bipirsiya, hemû pirs ji aliyê serokê dadgehê ve hat pirsîn. Pirsên weke ‘tu tazî bûy, ew tazî bû?, Ev îstîsmar li ku pêk hatin, organa zayendî temasê te kir? Wê demê te tiştek hîs kir?, di dema îstîsmarê de şîdet dikir?’ pirsî. Lê ya balkêş ev bû ku ne parêzer ne jî psîkolog mudaxaleyî serokê dadgehê nekir. Zarokê bi kelecan û lerzîn îfade da û piştî îfadeyê biryara berdewamkirina girtina gumanbar hat dayîn, rûniştin taloqî 8’ê cotmehê hat kirin.”