Ji dadgehê ji bo gumanbarê êrîşa zayendî daxistina ceza ya ‘pêşerojê’

  • 09:17 24 Hezîran 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMRD - Li Amedê ajokarê serwîsa dibistanê M.F.Ç. zaroka ku divê bibira dibistanê, li hember wê êrîşa zayendî pêk anî û di runiştina biryarê ya dozê de,8 sal ceza lê hat birîn. Lê bandora li pêşeroja gumanbar li ber çavan hat girtin û ceza daxistin 6 sal û 8 mehan.
 
Li Amedê ajokarê serwîsa dibistanê M.F.Ç. di meha Adarê de li hember xwendekarek lîseyê êrîşa zayendî pêk anî û piştî zarokê bûyer ji mamosteyê rehber re vegot, bûyer derket holê. Li ser serlêdana sûc ya mamoste, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hat destpêkirin û îdianameya hat amadekirin jî ji aliyê 4’emîn Dadgeha Sulhê ya Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Di îdianameyê de ji sûcên ‘îstîsmara zayendî ya zarok’, ‘Kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘Li hember zarokê tacîza zayendî’ di navbera 8 û 15 salan de ceza tê xwestin.
 
Ajokr ew nebir dibistanê û revand
 
Di îdianameya hat amadekirin de cih dan îfadeya zarokê ya Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) girtiye. Di îfadeyê de tê diyarkirin ku di 27’ê Adara 2019’an de bi serwîsê diçû dibistanê lê ajokar M.F.Ç.  ew nebiriye dibistanê di bin nave gerê de ew li dijî wê êrîşa zayendî pêk aniye. Her wiha hat gotin ku piştî vê bûyerê ajokar zarok biriye dibistanê, zarokê bûyer ji heval û mamosteyê xwe re gotiye. Di îfadeyê de hat diyarkirin ku bavê zarokê jî gilî kiriye.
 
Di raporê de derbkirinê cih girt
 
Gumabar M.F.Ç. jî di îfadeya li emniyetê da de jî sûcdarî qebûl nekir û zarok sûcdar kir. Lê di rapora di 27’ê Adarê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî hatiye girtin de jî hatiye tespîtkirin ku li qirika zarokê şopên birînan hene.
Di pêvajoya darazê de dadgehê diyar kir ku ne mijara gotiye ku zarok îfteyê gumanbar bide û îfadeyên gumanbar jî bi nakok in û hewl dide xwe xilas bike. Heyetê biryar da ku ji bo gumanbar tedbîrên ewlehiyê bên pêkanîn û ji 8 salan heta 15 salan ceza xwest û biryara girtinê da.
 
Runiştina biryarê
 
Di runiştina biryarê ya di 18’ê hezîranê de hat dîtin M.F.Ç. sûcdarî qebûl nekir û berat û tahliyeya xwe xwest.
Herw iha di runiştinê de hat diyarkirin ku zarok naxweze bi vê bûyerê bê bibîranîn û giliyê xwe şûnde kişand.
 
Mamosta Rehberê jî wek şahid hat guhdarkirin
 
Mamosta rehberê jî wek şahid hat guhdarkirin û wiha got: “Zarok xwendekara min e. Xwest bê cem min. Rewşa wê qet nebaş bû. Digiriya, dilerizî. Min got çi bûye, wê jî got ajokarê serwîsê li hember wê êrîşa zayendî pêk aniye. Ez bi mexdurê re ji bo raporê çûm nexweşxaneyê. Li qirika wê şopa birînê hebû. Ev birîn jî ne birîna ku li cihekî bikeve bû.”
 
Heyeta dadgehê di biryara xwe de 8 sal ceza birî lê ev cezayê hatiye dayîn bandora wê ya ji bo pêşeroja gumanbar daxistin 6 sal û 8 mehan. Biryara girtina wî jî hat dubarekirin.